Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku 7 sal di ser aloziyên siyasî yên Şingalê re derbas bûne, hîn jî pirsgirêka "du-birêvebiriyê" û nebûna qeymeqamekî yasayî, wekî astengeke mezin li ber avadanîkirin û vegera koçberan maye.
Ev hevrikiya siyasî wiha kiriye ku navçe ji alîkariyên navneteweyî bê par bimîne û welatî jî baca nakokiyên partiyên siyasî didin.
Li Şingalê çend hêz û aliyên siyasî yên cuda xwedî bandor in. Birêvebiriya Xweser ku yek ji aliyên desthilatdar ên herêmê ye, dibêje ku wan di valahiya nebûna saziyên fermî de, xizmetguzarî pêşkêş kirine.
Hevserokê Birêvebiriya Xweser a Şingalê Azad Husên got, "Berê li vir saziyên xizmetguzariyê tunebûn, loma me bi rêya şaredarî û kerta çandinî û hunerê xizmeta civaka xwe kir.
Niha jî deriyê me ji bo her aliyê ku bixwaze alîkariya xelkê bike vekirî ye û em destê xwe didin nav destê wan."
Lê belê Encûmena Parêzgeha Nînowayê di wê baweriyê de ye ku ev pir-desthilatdarî, rêgir e ku rêxistinên cîhanî alîkariya Şingalê bikin.
Endamê Encûmena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Kakeyî jî di berdewamiyê de got:
"Rêxistinên navneteweyî nizanin miamaleyê li gel kê bikin, çimkî li gorî urfê navneteweyî divê li gel kesê yekem ê bajêr ku qeymeqam e, kar bikin.
Mixabin heta niha aliyan nekariye li ser qeymeqamekî lihevkirî li hev bikin."
Nebûna birêvebiriyeke yekgirtî û yasayî, pêvajoya qerebûkirina zererdîtiyan û avadanîkirina binesaziya bajêr bi paş ve xistiye.
Serokê Partiya Bipêşveçûna Êzîdiyan Seîd Betûş jî got, "Ew qeymeqamên ku berê hatine danîn, li ser bingeheke rast û yasayî nebûne.
Her tiştê ku li derveyî yasa û destûrê be, li herêmê û li milet zilm e."
Çalakvanê sivîl, behsa bandorên vê rewşê ya li ser Şingalê kir û got, "Du-birêvebiriyê wiha kiriye ku heta projeyek jî li Şingalê bi rê ve neçe; çareserkirina pirsgirêka birêvebiriyê, mifte û rêya çareseriya hemû pirsgirêkên din e."
Ji sala 2017an ve posta qeymeqamê Şingalê vala ye. Niha ev pirsgirêk ji hevrikiyeke îdarî ve bûye pirsgirêke siyasî ya aloz a di navbera partiyan de û hîn jî çareseriya wê bê bersiv maye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse