Şêxmûs Îsmaîl: Di girtîgehê de her roj şkence li me dikirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Dilbixwîn Dara û Şêxmûs Îsmaîl\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dilbixwîn Dara û Şêxmûs Îsmaîl\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan YPG HSD Şêxmûs Îsmaîl Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şervanê YPGyê Îsmaîl Şêxmûs ku piştî 3 mehan ji girtîgehên hikûmeta Sûriyeyê hat azadkirin, çîroka girtina xwe û şert û mercên giran ên zindanê ji Rûdawê re vegot.

Şêxmûs eşkere kir ku hikûmetê bi awayekî sîstematîk sivîlên Kurd ji kolanan digirtin da ku di pêvajoya dan û standinê de hejmara girtiyan zêde nîşan bide.

Dorpêçkirina li Dêrhaferê

Îsmaîl Şêxmûs diyar kir ku girtina wan ne di encama şerekî de bûye lê belê piştî rêkeftineke vekişînê ya li herêma Dêrhaferê rû daye.

Şêxmûs ji Rûdawê re got, “Me li gorî talîmatan xwe kişand. Em li benda otomobîlan bûn ku vegerin Qamişloyê lê hêzên hikûmeta Sûriyeyê em dorpêç kirin û çekên me ji me standin.”

Li gorî gotina wî, di wê komê de nêzîkî 150 şervanên YPGyê hebûn ku hemû birin girtîgeha siyasî ya Helebê.

Şertên giran û şkenceya li Helebê

Şêxmûs behsa miameleya xirab a hêzên Ewlehiya Giştî ya Sûriyeyê kir û da zanîn ku sê mehan her roj rastî şkenceyê hatine.

Şervanê YPGyê di berdewamiyê jî de got, “Bi xortûmên kesk û bi daran li me dixistin.

Xwarina me di 24 saetan de tenê nanek û hinek ava bacanan bû.”

Tevî van şertan jî, Şêxmûs destnîşan kir ku morala wan gelekî bilind bû û wan li dijî van kiryaran greva birçîbûnê ragihandibû.

Girtina sivîlan ji bo "bazara dîlan"

Yek ji xalên herî balkêş di vegotinên Şêxmûs de, girtina sivîlan e.

Şêxmûs ragihand ku hêzên hikûmetê sivîlên Kurd ji kolanan kom dikir û got, “Ji sedî 90ê wan sivîlên girtî Kurd bûn.

Wan sivîl digirtin da ku di dema dan û standinê de hejmara girtiyan zêde bikin û li hemberî esîrên xwe yên li cem aliyên din biguherînin.”

Gelek girtî hîn li bendê ne

Îsmaîl Şêxmûs da zanîn ku ji wê koma 150 kesî tenê nêzîkî 50 kes hatine azadkirin û hejmareke zêde ya şervanan, di nav de şervanên jin (YPJ) jî, hîn di girtîgehên Helebê de di hucreyên takekesî de girtî ne.

Şervanê YPGyê Şêxmûs di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo azadkirina hemû girtiyan bi lez gavan biavêjin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst