Deriyê sînorî yê di navbera Riha û Girê Spî de tê vekirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sînorî yê Kaniya Xezalan Riha Girê Spî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînorî yê Kaniya Xezalan piştî 12 salan careke din li ber geştyar û karsazan tê vekirin.

Ev derî dikeve ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê û di navbera Riha û Grê Spî de ye.

Parêzgariya Rihayê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, bi rêbazên nû yên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê derî tê vekirin.

Parêzgariyê diyar kir ku dê Deriyê Kaniya Xezalan îro bi fermî were vekirin.

Kî dikare derbas bibe?

Ev deriyê stratejîk ji sala 2014an ve hatibû girtin.

Sedema girtina derî şerê navxwe yê Sûriyeyê bû.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, welatiyên Tirkiyeyê dikarin bi pasaportên xwe di derî re derbas bibin.

Her wiha welatiyên Sûriyeyê yên ku xwedî du nasnameyan in jî dikarin derbas bibin.

Kesên ku li Tirkiyeyê xwedî destûra niştecihbûnê yan jî destûra kar in jî dê karibin derbas bibin.

Parastina demkî

Di daxuyaniya parêzgariya Rihayê de qala welatiyên Sûriyeyê yên di bin "parastina demkî" de ne jî hat kirin.

Hat diyarkirin ku daxwazên wan ên ji bo armancên bazirganî û sersaxiyê dê werin nirxandin.

Ev daxwaz û çûn û hatinên din dê ji aliyê "Navenda Hevahengî û Alîkariya Mirovî ya Parêzgehê" ve werin nirxandin.

Li hemberî Girê Spî ye

Deriyê Kaniya Xezalan rasterast li hemberî bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Bajarokê Girê Spî niha di bin kontrola artêşa Tirkiyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst