Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera şehîdbûna Leyla Qasimê û hevalên wê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku "Leyla Qasim ne tenê semboleke neteweyî ye, ew di heman demê de meşaleya hişyariyê û pêşenga jinên Kurdistanî bû."
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de destnîşan kir:
"Em bi rêzdarî keça têkoşer a Kurd, şehîd Leyla Qasimê û hevalên wê bi bîr tînin ku beriya 52 salan ji bo azadî û serfiraziya Kurdistanê li ber sêdarê sekinîn û hatin şehîdkirin."
"Îradeyeke polayî"
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Leyla Qasimê "bi berxwedana xwe ya bêhempa ya li girtîgehê û li ber sêdarê, îsbat kir ku jina Kurd xwedî îradeyeke polayî ye û amade ye di rêya azadî û rûmeta gelê xwe de canê xwe gorî bike."
Di beşeke din a peyamê de hat eşkerekirin ku xebata Leyla Qasimê ya ji bajarê Xaneqînê heta Zanîngeha Bexdayê û heta çirkeyên dawî yên jiyana wê ya di girtîgehên rejîma Beasê de, wekî waneyeke berxwedan û nîştimanperweriyê dê her tim di wijdanê Kurd û Kurdistaniyan de zindî bimîne.
Leyla Qasim û hevalên wê kî bûn?
Leyla Qasima ku bi navê "Bûka Kurdistanê" jî tê naskirin, sala 1952yan li Xaneqînê ji dayîk bû.
Ew 12ê Gulana 1974an ji aliyê rejîma Beasê ve li gel hinek ji hevalên xwe hat îdamkirin.
Sala 1974an, 5 ciwanên Kurd ji aliyê hikûmeta Beasê ve hatin îdamkirin.
Ew ciwan Leyla Qasim, Nerîman Fûad Mestî, Cewad Hemewendî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran bûn.
Saet 07:00ê sibehê 12ê Gulana 1974an, ew her pênc ciwan hatin bidarvekirin.
Nûçeya bidarvekirina Leyla Qasimê di medyaya cîhanî ya wê demê de deng veda û îdamkirina wê wekî bidarvekirina yekem jina di dîroka siyasî ya Îraqê de hat qalkirin.
Piştî şehîdkirina wan, dema ku malbatên wan termên wan wergirtin, dîtin ku çavên şehîd Azad hatine derxistin.
Her wiha di dema îdamê de her du milên wî şikestibûn û laşê wî bi kêran hatibû birîndarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse