Siyasetvanê Kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat wefat kir

12-07-2019
RÛDAW
Dengîr Mîr Mehmet Firat
Dengîr Mîr Mehmet Firat
Nîşan Kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetvanê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, Dengîr Mîr Mehmet Firat li nexweşxaneyeke Enqerê koça dawî kir.

 

Dengîr Mîr Mehmet Firat ji ber nexweşiya penceşêra kezebê ew mehek û nîv bû ku li Nexweşxaneya Bayindir a Enqerê hatibû razandin û di bin çareseriya pizîşkî de bû.


Îro di demjimêrên serê sibê de Dengîr Mîr Mehmet Firat di temenê 75 saliyê de koça dawî kir.


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh Pênşemî li nexweşxaneyê serdana Dengîr Mîr Mehmet Firat kiribû û ji rewşa wî ya tendirustî pirsîbû.

 

Dengîr Mîr Mehmet Firat di nava Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî siyaset kiribû û bo xûlekê parlamenterê HDPê yê Mêrsînê bû. 


Mîr Mehmet Firat pêştir di nav refên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partiyê) de bû û sê caran li ser Fraksyona AK Partiyê bibû parlamenterê. Herwiha Dengîr Mîr Mehmet Firat yek ji damezrênerên wê partiyê bû. Herwiha bo demekê di nava AK Partiyê de cîgirê serokê partiyê Recep Tayyip Erdogan bû.

 

Ji ber pirsa Kurd, nêrînên xwe yên cuda yên di derheqê mafê Kurdan de û ji ber nebûna siyaset û projeyeke AK Partiyê derbarê pirsa Kurd de, Dengîr Mîr Mehmet Firat ji wê partiyê cuda bibû û tevlî refên HDP bibû.

 

Dengîr Mîr Mehmet Firat di 8ê Agustusa 1943an de li navçeya Kolik a Semsûrê ji dayik bibû û xwendina xwe ya bilind li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqerê bi dawî kiribû û karê parêzeriyê dikir.


Dengîr Mîr Mehmet Firat kî bû?

 

Endamê Damzerîner ê AKPê û Parlementerê Berê yê HDPê

 

Di 8ê Tebaxa 1943an de li Semsûrê jidayîk bûye


Koleja maf û yasayê li zanîngeha Enqerê xwendiye


Parêzer, peymankar û hinardekar bûye


Endamê desteya kargêr a hinardekarên Deryaya Spî bûye


Endamê Desteya Damezrîner a AKPê bûye


Sê caran di fraksiyona AKPê de bûye parlementer


2014an ji ber cudahiya nêrînan û pirsa Kurd ji AKPê cuda bû


Sala 2015an de bû parlementerê HDPê


Endamê Komîteya Dad, Plan û Bûdceyê ya parlemena Tirkiyê bûye


Ji bilî Kurdî, zimanên Tirkî û Ingilîzî jî dizanî


Zewicî bû û bavê du zarokan bû


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst