Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê hewlên xwe yên ji bo diyarkirina xala dawî ya Rêya Bipêşketinê zêde kirine.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê ji Rûdawê re got, ji bo diyarkirina xala li ser sînorê Tirkiyeyê, li gel Herêma Kurdistanê komîteyeke hevbeş a dan û standinan hatiye avakirin.
Basim Ewadî got, "Herêma Kurdistanê beşeke resen a Îraqê ye. Ji bo lihevkirina li ser xala dawî ya ku Rêya Bipêşketinê bi Tirkiyeyê ve girê dide, di navbera Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê de komîteyên dan û standinan hatine avakirin.
Em geşbîn in ku em dê li ser xala dawî ya projeyê li hev bikin. Ev mijareke teknîkî ye û bi rêgeh, lêçûn, dabînkirina xetên trênê û pêdiviyên din ên teknîkî ve girêdayî ye."
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî doh bi komîteya taybet a projeyê re civînek li dar xistibû.
Îraq û Herêma Kurdistanê li ser hûrgiliyan dixebitin
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îraqê, yek ji armancên civînê nûjenkirina rêya hesinî ya ji Fawê heta Pêşxabûrê bû.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê her wiha got: "Mebest ji rêya hesinî ya Faw-Pêşxabûrê, hemû xetên trênê yên li Îraqê ne.
Hinek xet dê bên nûjenkirin û hinek jî dê bo derveyî bajaran bên veguheztin.
Beşên nû yên rêya hesinî dê ji bendera Fawê heta xala dawî ya li Besrayê bên çêkirin.
Her wiha, xeteke nû jî dê ji xaleke li Rebieyê heta xala girêdanê ya li ser sînorê Îraq-Tirkiyeyê were avakirin."
Dirêjahiya projeya Rêya Bipêşketinê hezar û 200 kîlometre ye û ji rêyên bejahî û hesinî yên ji bo veguhestina kelûpel û rêwiyan pêk tê. Proje ji bendera Fawê ya li parêzgeha Besrayê dest pê dike û heta nava axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diçe.
Lêçûna projeyê bi 17 milyar dolarî tê texmînkirin. Ji vê budceyê, 10,5 milyar dolar ji bo kirîna trênên karebayî yên modern û 6,5 milyar dolar jî ji bo dirêjkirina rêya hesinî hatiye veqetandin.
Qonaxa yekem a projeyê dê sala 2028an bi dawî bibe, qonaxa dawî jî dê sala 2050î temam bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse