Navenda Nûçeyan – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û PDK-Bakurê di peyamên xwe yên Cejna Qurnanê de ragihandin ku ew hêvî dikin aştî pek were û Kurd êdi nebin qurbaniyên şerî.
PAK û PDK-Bakurê Bi helkefta hatina Cejna Qurbanê her yekê peyamek belav kir.
PDK-Bakur di peyama xwe de wiha ragihand: “Em kurd dîsa cejneke xemgîn pêşwazî dikin. Ji ber şer û pevçûnan kurd dîsa bi qerîn, hawar û mirinê re rû bi rû ne. Bi hezaran şehîdên me çêbûn û bi sedan hezar kurd ji welatê xwe de koçber bûn. Em Cejna Qurbanê bi van hêstên xemgin û qehrê pêşwazî dikin. Lewra em dil êş in.”
PDK-Bakur herwiha tekez kir ku Kurd li welatê xwe desthilatdar be û wiha domand:“Em cejna peşmergeyên Rojhilata Kurdistanê jî pîroz dikim. Bi kelecanî silav li berxwedana xebata pêşmergeyetiyê dikim.
Cejna miletê xwe yê li Bakûrê Kurdistanê jî pîroz dikin. Em hevî dikin şêr bê rawestandin. Bi kar û xebatekî aşîtîyanê, bi xirêt û Kurdîstanî bûyîn divê em bigihijin armancên xwe. Hebûna Kurdistanê qezenca demokrasî û azadiyê, bi kurtasî nirxên hevbêş ya cîhanê ne.”
PAKê jî di peyama xwe ya cejnê de wiha ragihand:
“Bi hêvîya ku miletê Kurd, gelê Kurdistanê êdî nebin qurbanîyên xêrnexwazan û yên dijminên mirovahîyê; em cejna misilmanên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse