Mesrûr Barzanî: Hikûmet dê peyama bihevrejiyan û rêzgirtina li hemû olan bidomîne

12-10-2025
Mesrûr Barzanî / Wêne: Rûdaw
Mesrûr Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêra Um el-Nûr Mesrûr Barzanî Hewlêr Enkawe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li navçeya Enkawayê Dêra Um el-Nûr vekir û ragihand, “Hikûmet dê peyama bihevrejiyan û rêzgirtina ji hemû olan re bidomîne.”

Um el-Nûr tê wateya "Dayika Ronahiyê" û yek ji navên Hezretî Meryemê ye.

“Di Îslamê de jî xwedî cihekî gelekî taybet e”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema vekirina dêrê de got:

"Hezretî Meryem ne tenê di ola Xiristiyantiyê de, di Îslamê de jî xwedî cihekî gelekî taybet e û di Qurana Pîroz de, di bi dehan ayetan de, bi rêzeke mezin navê wê hatiye.

Di civaka Kurd de jî gelek xanimên me hene ku bi vî navî hatine binavkirin."

“Li Enkaweyê bi aştî û aramî jiyan”

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ev dêr ji aliyê Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye avakirin û biland:

“Hêvîdar im ku ev dêr bibe cihekî girîng ê Xwedêperestiya xwişk û birayên me yên Xiristiyan ên li Enkawayê û bibe navendeke bipêşxistina zêdetir a biratî û dostaniya di navbera olan de û geşbûna çanda pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê.

Di van salên dawî de, bi taybetî jî piştî êrişa terorîstên DAIŞê ya li ser Herêma Kurdistanê û Mûsil û Deşta Nînowayê, bi hezaran xwişk û birayên me yên Xiristiyan ên li wan deran neçar man ku mal û milkên xwe li pey xwe bihêlin û penaberî Herêma Kurdistanê bibin, bi taybetî jî li Enkawayê bi cih bûn û bi aştî û aramî jiyan.”

Mesrûr Barzanî bal kişand ser çanda bihevrejiyanê ya li Herêma Kurdistanê û got:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hewlên xwe yên ji bo bidawîanîna wê rewşa sepandî ya li Deşta Nînowayê û ji bo avakirina atmosfereke aram bidomîne da ku xwişk û birayên me karibin bi serbilindî û bi daxwaza xwe vegerin mal û dêrên xwe.”

“Delîl û nîşanên pirrengiya civaka Kurdistanê ne”

Serokwezîr bi bîr anî ku wan li Lalişê jî projeyeke rêyan biriye serî û li pey çû:

“Ev hemû delîl û nîşanên pirrengiya civaka Kurdistanê û girîngiya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide hemû olan û kûrkirina zêdetir a pêkvejiyana aştiyane û azadiya olan a li Herêma Kurdistanê ne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê biserxistina peyama aştî, pêkvejiyan û rêzgirtina ji hemû olan re bidomîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst