Hewlêr (Rûdaw) - PDK bi 20 milyon dînaran (15,316 dolar) û YNK jî bi nêzîkî 10 milyon dînaran (7,658 dolar) ji bo propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê alîkariya namzedên xwe dikin.
Namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêjin ku wan beşa yekem a pereyan wergirtiye.
Namzeda PDKyê ya parêzgeha Silêmaniyê Benaz Osmanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku partiya wan bi pereyan û çapkirina 255 posterên bi mezinahiyên cuda ji bo propagandaya hilbijartinan alîkarî daye wan.
Benaz Osmanê da zanîn ku heta niha 10 milyon dînar dane wan û biryar e 10 milyon dînarên din jî bidin da ku ew propagandaya xwe ya hilbijartinan bimeşînin.
Namzeda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya Silêmaniyê Rez Sîrwanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku partiya wan bi pereyan û çapkirina posteran alîkariya namzedan dike.
Rez Sîrwanê da zanîn ku wan heta niha wekî beşa yekem 2 milyon û 500 hezar dînar ji bo propagandeyê wergirtine.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar e her 10 rojan carekê heman mîqdar pere ji wan re were xerckirin.
PDK û YNK wekî du partiyên desthilatdar ên li Başûrê Kurdistanê xwedî gelek saziyên medyayê yên fermî û nefermî ne û propagandaya ji bo namzedan a bi rêya medyayê beşeke din a alîkariyên wan e.
Propagandaya feqîr a mixalefetê
Beriya niha Tora Medyayî ya Rûdawê li ser alîkariya partiyên mixalefetê ya ji bo namzedên wan lêkolînek kiribû.
Li gorî wê lêkolînê, ew partî tenê nêzîkî milyonek dînarî ji bo propagandaya namzedên xwe xerc dikin.
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Dadgerî ya Kurdistanê heta milyonek dînarî alîkariya darayî didin namzedên xwe.
Tevgera Nifşê Nû û Helwesta Niştimanî jî tenê çend posteran ji wan re çap dikin.
Berpirsên Lîsteya Eniya Gel jî ji Rûdawê re gotin, "Pereyên me nînin û em tiştekî ji bo namzedan nakin."
Mesrefa destûrdayî ya ji bo propagandaya hilbijartinan
Pîvana mesrefa destûrdayî ya ji bo propagandeyê ji bo partî û hevpeymaniyan bi vî awayî ye: 250 dînar bi hejmara dengdêrên her parêzgehê tê zêdekirin û paşê bi hejmara namzedên lîsteyê tê zêdekirin.
Li gorî wê pîvanê, herî zêde mesrefa destûrdayî ya ji bo propagandeyê li Hewlêrê 8 milyar û 159 milyon û 100 hezar dînar e, li Silêmaniyê 10 milyar û 814 milyon û 922 hezar dînar e û ji bo Dihokê jî 4 milyar û 283 milyon û 653 hezar dînar e.
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê
Propagandaya Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 3yê Çiriya Pêşîn dest pê kir û dê heta 8ê Çiriya Paşîn bidome.
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Çiriya Paşîn a îsal werin kirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê navê 7 hezar û 768 namzedan qebûl kiriye ku di hilbijartinan de rikeberiyê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse