Mêrdîn - Agir bi malekê ket: 2 zarok mirin

12-10-2025
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Şewat Zarok Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nediyar agir bi malekê ket.

Di şewatê de Bekîr Çeçen û Merve Kerse yên 5 salî canê xwe ji dest dan.

Şewat 10ê Çiriya Pêşîn li Taxa Sanayiyê li Kolana 751ê li qata yekem a avahiyeke 3 qatî derket.

Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Tîman ji ber ku nikarîbûn derî vekin, dîwar şikand.

Bekîr Çeçen (5), Muhammed Efe Ç. (2), Baran Ç. (8), Derya K. (35), Dîlşah K. (44), Bager Ç. (23), Kadrî A. (45), Latîfe K. (23), Îbrahîm K. (6), Nahîde K. (4), Aras E. (29), Leyla Ç. (27) û Ebru K. (21) yên ku birîndar bûbûn, ew veguhastinên nexweşxaneyên derdorê.

Bekîr Çeçenê ku dihat dermankirin, tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin. Termê Bekîr ji bo otopsiyê bo morgê hat veguhestin.

Ji Mervê jî nûçeya xemgîn hat

Merve Kerseya 5 salî ya ku rewşa wê giran bû û sewqî Amedê hatibû kirin, tevî hewldanên bijîşkan nehat rizgarkirin.

Tîmên tendurustiyê termê Merveyê ji bo otopsiyê bir morgê.

9 birîndar piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derketin.

Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst