MÊRDÎN – Xwest mar bikuje, 4 zarok birîndar kirin

23-06-2024
Nîşan Mêrdîn Kerboran Mar Zarok Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dema kesekî dixwest marê ku ketiye hewşa dibistanê bikuje 4 zarok birîndar kirin.

Li gundê Zivingê yê Kerboranê marek ket hewşa dibistanê.

Kesekî xwest bi çifteya nêçîrê mêr bikuje û fîşek berdayê.

Lê berikên çifteyê li zarokên bi navên Cîhangîr O. (12), Vedat A. (12), Emrullah O. (13) û Burhan D. (13) ketin û her 4 birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê zarokên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.

Cendirmeyan jî gumanbar desteser kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Selahedîn Behaedîn û Bafil Talebanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Yekgirtû dixwaze PDK û YNK li hev rûnin û pirsgirêk çareser bibin

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) dest bi xebateke siyasî kiriye da ku pêşniyarekê bide PDK û YNKyê da ku ji bo krîza siyasî ya Kurdistanê deriyekî xêrê vekin