Rêveberiya Xweser ji bo ajeldariyê planeke stratejîk datîne

12-11-2025
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Ajeldar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ji bo parastin û bipêşxistina sektora ajeldariyê û dabînkirina ewlehiya xwarinê, dest bi serjimêriyeke berfireh a samanê ajeldariyê ya li hemû herêmên xwe dike.

Hevserokê Komîteya Kooperatîfan a Rêveberiya Xweser Ebdulxefûr Romî diyar kir ku ew hewl didin pêdiviyên sereke yên civakê dabîn bikin û got:

“Yek ji wan jî piştgiriya ji bo samanê ajeldariyê ye. Me ji bo vê yekê Kooperatîfa Êm a Roz ava kiriye.

Ev koperatîf êm ji bo mirîşk, pez û çêlekan çêdike û rojane 40 ton êm hildiberîne.”

Li gorî berpirsan, zêdekirina kargehên êm li kantonên rêveberiyê dê pêdiviyên ajeldaran bi bihayên guncav dabîn bike û her wiha dê derfetên kar ji bo xelkê herêmê jî biafirîne.

“Em êm bi bihayekî kêm difiroşin ajeldaran”

Ebdulxefûr Romî got, "Di nava kooperatîfê de beytarên pisporên (veterîner) hene ku çavdêriya cureyên têkel ên êm dikin.

Em êm bi bihayekî kêm difiroşin ajeldaran. Armanca me piştgiriya samanê ajeldariyê ye ku piştî sektora çandiniyê wekî sektora duyemîn tê dîtin.”

Li gorî amarên fermî yên salên 2023-2024an, zêdetirî 4 milyon û 400 hezar serî pez û nêzîkî 12 hezar û 500 serî çêlek li herêmên Rêveberiya Xweser hene.

Desteya Aborî û Çandiniyê ragihand ku armanca wan a ji serjimêriyê ew e ku datayên aborî û çandiniyê nû bikin da ku ji bo plansaziyeke stratejîk bibin alîkar.

Li gorî desteyê, ev plan dê bibe sedema geşepêdaneke berdewam di sektora çandinî û ajeldariyê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst