Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê nû yê Yunanistanê li Iraqê ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin diyar kir, Herêma Kurdistanê di aramiya Iraq û navçeyê de xwedî roleke girîng û pêgeheke wê ya rêzdar heye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 12ê Berfanbara 2022an li ofîsa xwe pêşwaziya Balyozê nû yê Yunanistanê li Iraqê Georgios Alamanos kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek da û ragihand, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Balyozê nû yê Yunanistanê li Iraqê Georgios Alamanos kir û hêviya serkeftinê di posta wî ya nû de xwest û piştevaniya xwe û Herêma Kurdistanê jî ragihand.
Di hevdîtinê de aliyê Yunanistanê girîngiya li ser pêşxistin û bihêztirkirina peywendî û hevkariyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê di warên perwerde, bazirganî, aborî û geştiyariyê de anî ziman.
Balyozê nû yê Yunanistanê li Iraqê Georgios Alamanos ragihand ku Herêma Kurdistanê di aramiya Iraq û navçeyê de xwedî roleke girîng û rêzdar e.
Di civîna ku Konsulê Yunanistanê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû, pêşhatên navçeyê û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse