Devlet Bahçelî DEM Partî rexne kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî HSD Pêvajoya Çareseriyê Mezlûm Ebdî Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî îdia kir ku di êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de ti kesî xwîna Kurdan nerijandiye.

Bahçelî got, "Ti kes, bi taybetî jî DEM Partî nikare bêje ku li Helebê êrişî birayên me yên Kurd hatiye kirin û xwîna wan hatiye rijandin. Xwîna birayên me yên Kurd xwîna me ye, êşa wan êşa me ye."

Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de axivî û geşedanên li Helebê, Îran û siyaseta Amerîkayê nirxandin.

"Li Helebê kesî dest neda mûyê serê sivîlekî jî"

Serokê MHPyê îdia kir ku li Helebê HSD/YPG sivîlan wekî "mertalên zindî" bi kar tîne û wiha got:

"Yên ku sivîlan dikin mertalên zindî, li pişt bêtawanan xwe vedişêrin û wan ber bi mirinê ve diajon HSD/YPG ye.

Şikir ji Xwedê re ku artêşa Sûriyeyê bi sebir sivîl bi temamî tehliye kirin û dest neda mûyê serê sivîlekî jî."

Bahçelî zimanê DEM Partiyê yê li ser Helebê rexne kir û got:

"Daxuyaniyên rayedarên DEM Partiyê yên ku bi 'Em Tirkiyeyê hişyar dikin' dest pê dikin û hewldana wan a parastina HSD/YPGyê bi rastî zimanekî xemgîn û bi pirsgirêk e.

Di pêvajoyeke ku Tirkiyeya Bêteror gav bi gav pêk tê de, ji nişka ve bi hinceta Helebê rijandina ser kolanan û îstismarkirina mijarê ji Amedê heta Stenbolê, dê tiştekî nede ti kesî."

"Aramiya Îranê ji bo me mijara jiyan û mirinê ye"

Serokê MHPyê bal kişand ser xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û diyar kir ku aramiya Îranê ji bo Tirkiyeyê gelekî giring e.

Bahçelî di berdewamiyê jî de got, "Bêaramî û parvebûna Îranê, ji her alî ve Tirkiyeyê û welatên herêmê tehdît dike.

Yekparçeyiya siyasî û axê, aştiya navxwe û aramiya cîranê me Îranê, ji bo Tirkiyeyê mijara jiyan û mirinê ye."

Bahçelî her wiha xwenîşandanên li Îranê wekî "provokasyoneke emperyalîst" pênase kir û got ku divê pirsgirêkên Îranê bi îradeya wê ya navxwe çareser bibin.

"HSD divê çekan deyne"

Devlet Bahçelî li ser pêvajoya çareseriyê û banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê jî axivî û got:

"Hebûna rêxistinî ya PKKyê hatiye betalkirin û çek hatine danîn. Divê aqûbeta HSD/YPGyê jî wekî ya wan be.

Banga Îmraliyê ya 27ê Sibatê ji bo me derbasdar e û ev bang hemû pêkhateyên rêxistinê li xwe digire.

HSD ne serbixwe ye û nikare bibe serbixwe jî."

Serokê MHPyê her wiha Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî rexne kir û got, "Ew kûklayê Îsraîlê ye û li hemberî serokê damezirîner ê PKKyê bêvefa ye."

Rexneya li Trump û mijara Greenlandê

Bahçelî bertek nîşanî polîtîkayên Serokê Amerîkayê Donald Trump da û got:

"Komploya Venezuelayê tenê testek bû. Niha dor hatiye Greenlandê ku girêdayî Danîmarkaya endama NATOyê ye.

Gotina Trump a 'em dê vê pirsgirêkê bi nermî yan bi tundî çareser bikin' nîşaneya bêberpirsiyariyê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst