Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku leşkerekî wan di êrişeke bi dronan a li ser baregeheke leşkerî ya li Hewlêrê de hatiye kuştin.
Serokkomarê Fransayê îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku navê wî leşkerê kuştî Arno Frian e.
Ew di Fewca 7an a Hêzên Çiyayî de efserê pilebilind bû.
"Çend leşkerên din birîndar bûn"
Macron got: "Arno ji bo Fransayê û di dema êrişeke li Hewlêra Îraqê de canê xwe ji dest da."
Wî her wiha piştrast kir ku di wê êrişê de "çend leşkerên din ên Fransayê" jî birîndar bûne.
Macron da zanîn ku welatê wî sersaxiyê dide malbat û hevrêyên wan û piştgiriya wan dike.
Emmanuel Macron êrişên li ser hêzên Fransayê bi tundî rexne kirin û anî zimên:
"Ev êrişa li ser hêzên me yên ku ji sala 2015an ve li dijî DAIŞê şer dikin, bi ti awayî nayê qebûlkirin."
"Şerê li Îranê nikare bibe hincet"
Serokkomarê Fransayê destnîşan kir ku hebûna wan a li Îraqê tenê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de ye û got:
"Şerê niha yê li Îranê nikare bibe hincet ku êrişên bi vî rengî li ser artêşa Fransayê bên kirin."
"Bi 2 dronan êriş kirin"
Li gorî artêşa Fransayê û Berpirsê Eniya 6an a Pêşmergeyan a Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî, êriş bi 2 dronên bombebarkirî hatiye kirin.
Di êrişê de baregeheke leşkerî ya li navçeya Mela Qereyê ya li Mexmûrê hatiye armanckirin.
Ew der nêzîkî 40 kîlometreyan ji bajarê Hewlêrê dûr e.
Di vê êrişê de 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne.
Wan leşkeran ji bo têkoşîna li dijî terorê terorê perwerde dida Pêşmergeyan.
Divê were gotin ku rojên borî bi dronan êrişî baregeheke Îtalyayê ya li Hewlêrê jî hatibû kirin.
Di wê êrişê de ti xisarên canî çênebûn.
Îtalyayê biryar da ku bi awayekî demkî leşkerên xwe ji wê baregehê vekişîne.
Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de 28ê Sibatê dest pê kir û komên çekdar ên alîgirên Tehranê ji hingê ve gelek caran baregehên Koalîsyonê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê kirine armanc.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse