ROJAVA - Li Qesrikê dronek hat xistin

1 demjimêr berê
Nîşan Baregeha Qesrikê Dron Koalîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Baregeha Qesrikê ya li bakurrojavayê Hisîçaya (Hesekê) Rojavayê Kurdistanê dronek xist xwarê.

Çavkaniyên Rêveberiya Xweser ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) yên ku li Baregeha Qesrikê ya li nêzîkî bajarokê Til Beyderê yê bakurê Hisîçayê bi cih bûne dronek xist xwarê.

Li gorî agahiyan, vê dronê hewl dida êrişî baregehê bike.

Li gorî heman çavkaniyan, ji destpêka êrişên Îsraîl û Amerîka yên li ser Îranê ve ev cara duyem e ku ev baregeh bi dronan tê armancgirtin.

Divê were gotin ku pêr (çarşem) karwanekî leşkerî yê Amerîkayê yê ku ji wesayîtên zirxpoş û barhilgirên tiji kel û pelên leşkerî pêk dihat, ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû.

Baregeha Qesrikê

Ev baregeh wekî yekê ji saziyên leşkerî yên herî mezin ên Amerîkayê yên li Sûriyeyê tê hesibandin û sala 2015an hat avakirin.

Meha Kanûna Paşîn a îsal hêzên Amerîkayê beşek ji kel û pelên xwe yên leşkerî ji baregeha Qesrikê veguhastibûn.

Ew di demekê de bû ku gotegot hebûn Washington dawîanîna li hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê dinirxîne.

Cihê stratejîk ê baregehê

Baregeha Qesrikê dikeve navbera Til Temir û Til Beyderê ya li başûrê rêya M4 a li Hisîçayê.

Baregeh wekî yekê ji navendên herî girîng ên lojîstîk ên Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Amerîkayê tê dîtin.

Ev baregeh li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Di baregehê de embarên mezin ên leşkerî û balafirgeheke taybet a ji bo balafirên veguhastina leşkerî hene.

Baregeh wekî xeta pêşî ya parastin û çavdêriyê ya Amerîkayê kar dike.

Erkê wê yê sereke parastina rêyên lojîstîk ên ji Deriyê Sînorî yê Welîdê ye (ev derî gel Îraqê ye).

Destpêka îsal hêzên Amerîkayê ji baregehên "Et-Tenef" û "Şedadê" vekişiyan.

Wan ew baregeh radestî wan hêzan kirin ku girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst