Dêya Sakîne Cansizê koça dawî kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zeynep Cansiz Sakîne Cansiz PKK Mirin Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dêya yek ji kadroyên damezrîner ên PKKyê Sakîne Cansizê, Zeynep Cansiza 89 salî canê xwe ji dest da.

Zeynep Cansiz beriya niha ketibû û xwîn çûbû ser mejiyê wê.

Ji ber vê yekê ew rakiribûn Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê û li wir dihat dermankirin.

Keça wê Sakîne Cansiz, 9ê Kanûna Paşîn a 2013an li Parîsa paytexta Fransayê hatibû kuştin û ew yek ji kadroyên sereke û damezrîner ên PKKyê bû.

Termê wê dê bibin Dêrsimê

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Zeynep Cansiz li beşa çavdêriya hûr a Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê dihat dermankirin û 11ê Nîsanê hatibû entubekirin.

Zeynep Cansizê vê sibehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Termê Zeynep Cansizê dê veguhêzin Saziya Bijîşkiya Dadî ya navçeya Bucayê ya Îzmîrê.

Hat zanîn ku piştî kar û barên fermî yên li Saziya Bijîşkiya Dadî, dê termê Zeynep Cansizê bibin Dêrsimê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst