Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Kar û Barên Sivîlan ê Hisîçayê Ezîz Mihêmid ragihand ku nûçeyên derbarê nivîsandina "Erebê Sûreyeyî" di formên wergirtina nasnameyê de, ji ber şaşiyên ferdî yên serlêderan in.
Ezîz Mihêmid da zanîn ku ev şaşî di dema dagirtina forman de çêbûne.
Ezîz Mihêmid derbarê wan wêneyên formên nasnameyê yên ku hatibûn belavkirin daxuyaniyek da.
Di wan wêneyan de dihat îdiakirin ku li ser Kurdan hatiye ferzkirin ku xwe wekî "Erebê Sûreyeyî" bidin naskirin.
"Nêrînên ferdî nîşan nadin"
Mihêmid got, "Ew agahiyên derbarê nivîsandina 'Erebê Sûreyeyî' de di formên wergirtina nasnameyê de, ji ber şaşiyên ferdî yên serlêderan bûn û ti nêrînên fermî nîşan nadin.
Li gorî rêbazan, divê di xaneya regezê de tenê 'Sûrî' were nivîsandin."
"Em girîngiyê didin parastina nasnameya Kurdan"
Birêvebirê Kar û Barên Sivîlan ê Hisîçayê her wiha got:
"Em girîngiyê didin parastina nasnameya Kurdan wekî beşeke resen a pêkhateya niştimanî.
Em dixebitin ku hêsankariyên pêwîst pêşkêş bikin da ku welatiyên Kurd li gorî çarçoveyên qanûnî nasnameya xwe wergirin."
Ezîz Mihêmid di dawiya axaftina xwe de derketina vê biryarnameyê li Kurdan pîroz kir.
Wî destnîşan kir ku hikûmet bi biryar e dosyeya "Mektûman" (kesên bênasname) bi temamî çareser bike.
Li gorî hin amarên nefermî, ji ber serjimêriya awarte ya ku 1962yan li parêzgeha Hesiçayê hatibû kirin, nêzîkî 200 hezar Kurd ji mafê welatîbûnê bêpar mabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse