Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Mehmet Ocalanê birayê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan rexne li berpirsên DEM Partiyê kirin ku Kurdiya wan lawaz e, nîqaş li ser mijarê gur bûn.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç derbarê rexneyan de ji Rûdawê re axivî û got, “Ev gotin ne nû ne lê em rexneyan qebûl dikin.”
Di nav DEM Partiyê de nîqaşên li ser bikaranîna zimanê Kurdî di siyasetê de careke din bûn rojev.
Nîqaş vê carê li ser gotinên Mehmet Ocalan bûn ku di hevpeyvîneke xwe ya bi Rûdawê re de rexne li parlamenter û berpirsên DEM Partiyê kiribûn.
Rexneyên Mehmet Ocalan
Mehmet Ocalan bi tundî rexne li berpirsên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) girtin.
Mehmet Ocalan diyar kir ku ziman û xebata wan a siyasî ne bi Kurdî ye û Kurdiya wan tenê "sê peyv" in û got, "Merheba, ser seran, ser çavan."
Ocalan her wiha anî ziman ku ew pişt re dest bi zimanekî din dikin û wan zimanê Kurdî qedexe kiriye.
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku wî rasterast rexne li birêvebirên DEM Partiyê girtine û ji wan re gotiye:
"We em nekirin Kurd, we em kirin Tirk."
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç li ser van rexneyan pirsên nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî bersivandin.
“Siyasetmedar cihê rexneyê ne”
Mehmet Kamaç diyar kir ku ew gotinên Mehmet Ocalan wekî rexneyên li cih dibînin û got:
“Wekî ku we jî anî ziman, car bi car li ser Kurdî û axaftina Kurdî ya siyasetmedaran û ez bibêjim parlamenterên DEM Partiyê, ev rojev çêdibe.
Helbet siyaset û siyasetmedar cihê rexneyê û rexnedayinê ne.
Dema siyaseteke rexneyê qebûl neke, li gorî rastiyan tev negere, ew siyaset tê têk biçe.
Em wekî partî vê siyasetê cihê rexneyê dibînin. Mafê her kesî heye ku siyasetê rexne bike, li gor rastiyên xwe, li gor rastiyên civakê û kesayetiyê dikare siyasetê rexne bike.”
"Ji sedî 60-70 Kurdî tê bikaranîn"
Kamaç amaje bi wê yekê kir ku piraniya parlamenterên wan dikarin bi Kurdî biaxivin lê ji ber mercên siyasî carinan Tirkî bi kar tînin û wiha pê de çû:
“Di hemû kar û xebatên xwe de yên salên dawî, piranî em dikarin bibêjin ji sedî 60-70 di kar û xebatan de Kurdî tê bikaranîn.
Lê em dizanin carinan pêwîstî pê tê ku em Tirkî jî bi kar bînin.
Wekî mînak, em wekî her du hevserokên Însiyatîfa Demokratîk, li ku derê dibe bila bibe, yek ji me muheqeq bi Kurdî diaxive û yek jî heke pêwîst be bi Tirkî diaxive.
“Civaka me jî Tirkî dixwaze”
Kamaç sedema bikaranîna Tirkî wiha anî ziman, “Em wekî zimanekî din nêzik nabin, em dibêjin civaka me zêdetir jî Tirkî dixwaze.”
Ji sedî 80yê parlamenterên me bi Kurdî dizanin”
Kamaç diyar kir ku di van salên dawî de bikaranîna Kurdî di siyaseta wan de zêde bûye û got, piraniya siyasetmedar, parlamenter, hevşaredar û rêveberên wan Kurdî baş dizanin û bi kar tînin.
Mehmet Kamaç hejmara parlamenterên ku dikarin bi Kurdî biaxivin jî da û wiha axivî:
“Ez dikarim bibêjim wekî ji sedî, em dikarin bibêjin ku ji sedî 80yê parlamenterên me dikarin bi Kurdî biaxivin, xwe îfade bikin, siyaseta xwe bi Kurdî bikin û tu pêdivî bi zimanekî din nebînin.”
Kamaç mînaka Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan da û got, “Wekî em çûn Rojava axaftina xwe bi Kurdî kir, li Newroza Amedê nîvê axaftina xwe bi Kurdî kir.
Em dibînin ku sal-du sal beriya niha Kurdiya birêz Tuncer Bakirhan û Kurdiya wî ya îro ji sedî 100 pêş ketiye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse