Trump: Hinek rayedarên Îranê ji bo peymanekê bi me re ketin têkiliyê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îran Tengava Hurmiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hinek rayedarên Îranê bi armanca dîtina zemîna peymanekê bi Washingtonê re ketine têkiliyê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî di civîneke rojnamegeriyê de li ser pêvajoya dîplomatîk a bi Îranê re û aloziyên li Tengava Hurmizê axivî.

"Hemû vebijêrk li ser maseyê ne"

Trump di axaftina xwe de dubare kir ku ew dê ti caran destûrê nedin Îran bibe xwediyê çekên nukleerê û got:

"Li hemberî Îranê hemû vebijêrkên me li ser maseyê ne.

Hinek rayedarên maqûl ên Îranê bi me re ketin têkiliyê û ew ji bo çêkirina peymanekê gelekî bihewas in."

Trump her wiha hişyarî da ku eger çareseriyeke dîplomatîk neyê dîtin, Îran dê ji wan vebijêrkên din ên ku rû bi rû bimîne ne razî be.

"Dan û standinên li Îslamabadê bêencam man"

Trump bal kişand ser hevdîtinên şemiya borî yên di navbera şandeyên Amerîka û Îranê yên li Îslamabada paytexta Pakistanê.

Wî diyar kir ku tevî lihevkirina li ser gelek mijaran, di dosyeya nukleerê de xitimînek derketiye holê û got:

"Îranî di gelek mijaran de ji bo lihevkirinê amade bûn lê wan nexwest dest ji bernameya xwe ya nukleerê berdin. Ev ji bo me xeta sor e."

Peyama dorpêçê ya li ser Tengava Hurmizê

Serokê Amerîkayê bal kişand ser astengî û guvaşên li ser Tengava Hurmizê yên ku îro bi dema Hewlêrê saet 17:00an dest pê kirine.

Wî biryardariya xwe ya leşkerî û aborî ya li herêmê bi van gotinan anî zimên:

"Em dê destûrê nedin ku Îran cîhanê bitirsîne û tengavên stratejîk li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst