Xelkê Gundê Kêste: Şerê Tirkiyê û PKKê ceneta me kir cehnem

13-06-2021
Huner Reşîd
Zêdetirî 500 kesan li devera Berwariya Bala Û Gulya debara jiyana wan ser berhemên çiyayî ne
Zêdetirî 500 kesan li devera Berwariya Bala Û Gulya debara jiyana wan ser berhemên çiyayî ne
Nîşan Kurdistan Gundê Kêste PKK Tirkiye
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Welatiyên gundên sînorî li parêzgeha Duhokê, bi awayekê ketine dorpêça hêzên Tirkiyê û ji ber ku şerê PKKê û artêşa Tirkiyê ketiye nav gundên wan de, hêzên Tirkiyê jî her ku diçe pêşeve tê û gund dikevin tensaziyê de. Niha ku hendek berhemên çandiniyê gihîştine, lê xelkê wan gundan nikarin ji malên xwe derbikevin û biçin nav bax û zeviyên xwe.

Her sal li gundê Kêste bi tayebetî jin diçin giyayê çiya kom dikirin, hendek giyayên bi nirx peydakirin û debara jiyana xwe pê dikirin, lê îsal buhar bidawî hat û ew jî ji dest wan çû.

Amîna Kêsteyî yek ji wan ji nan e ji Rûdawê re dibêje, navçeyên wan buheşt bûn, “lê şerê Tirkiyê û PKKê kiriye dojeh.”

Xelka Gundê Kêste Amîna Kêsteyî dibêje: “Me pitatok ji bin axê derdixist, kîloya wê bi 100 hezar dînarî bû, me îsal libek jî dernexist. Kîloya kezanê me dida 7-8 hezaran lê ew jî ji destê me çûn. Berû, mazî, kereng û hemû cureyên giyan ji destê me çûn. Em niha nikarin ji malên xwe derbikevin, serê dinyayê heta binê dinyayê bûne top û teyare û agir. Ev der biheşt bûn lê niha kirine cehnem.”

Welatiya bi navê Rihan Slêman jî got: “Çi xweşî ji bo me nemaye. Bi şer û roj teyare topan diavêjin. Di vê rêyê de hevjînê min hate kuştin. Me xwe li van çiyayn xwedî dikir, lê niha ev çiya jî li me heram kirin.”

Bazirganê giyayê şepirzê Harîkar Remezan jî ku salane nêzîkî 4000 kîloyan giya difirok û dikirî, lê îsal tenê 60 kîlo krîn û firotin pê kiriye.

Bazirganê giyayê şepirzê Harîkar Remezan dibêje: “Sal hebû di werza biharê de nêzîkî 3-4 hezar kîloyan me ev giya dikirî, lê di van salên dawiyê de bi taybetî di werza bihara îsal de me tenê derdora 50-60 kîloyan kirî. Xelk ji berhevkirina vî giyayî hate mehrumkirin. Çima hate mehrumkirin, çimkî ew dol û mergên ev giya lê şîn dibe, bûne qada şerê PKK û Tirkiyê.”

Zêdetirî 500 kesan li devera Berwariya Bala Û Gulya debara jiyana wan ser berhemên çiyayî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Sêla di hembêza bavê xwe de ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

TAYBET - Sêwî û koçber: Sêla 5 mehî ye, çekdaran dêya wê kuştiye û mala wê nîne

Carinan mirov di 5 mehiya xwe de sêwîbûn û koçberiyê bi hev re nas dike, nexasim heke ew mirov Kurd be ev dibe rewşeke ne gelekî ecêb