Kobanî (Rûdaw)- Li rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şerekî giran navbera YPG û gundiya li aliyekî û çekdarên DAÎŞê li aliyê din berdewam dike.
Di wî şerî de ku grûpek Kurdên Bakurê Kurdistanê jî tevlî bûne, 4 şervanên YPGê şehîd bûn û 4 cenazeyên çekdarên DAÎŞê ketine destê YPGê.
Ji roja înê de çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li rojavayê herêma Kobanî bi çekên giran gundên Çil Oxilî, Çariqlê, Cibnê û Hec Îsmaîlan giran topbaran dike. Heta niha 4 şervanên YPGê şehîd bûne.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku di şerê roja înê li rojavayê Kobanî û heta duh şemiyê 4 şervanên YPGê şehîd bûne û peywendî ji gurûpeke şervanên YPGê qutbûye û hin şervan jî birîndar bûne.
Çavkaniyekê ji ragihandina YPGê li Kobanî ji Rûdawê re got ku YPGê gelek çekdarên DAÎŞê li rojavayê herêma Kobanî kuştine.
Çavkaniyê aşkere kir ku “cenaceyên 4 çekdarên DAÎŞê di destên YPGê de ne, yek ji wan çekdaran bi navê emî Ebû Hacir ku ew ji welatê Misrê ye bi nasnameyê hatiye naskirin”.
çavkaniya herwiha got ku “bi mebesta bergirîkirin li Kobanî, gurûpek ji kurdên Bakurê Kurdistanê bi qaçaxî di sînor re derbasî gundê Çariqliyê bûn û tevlî YPGê bûb.
Çavkaniyê diyar kir ku hemwelatiyên gundên Çil Oxilî, Çariqlê, Cibnê û Hec Îsmaîlan jî li rojavayê herêma Kobanî çek hilgirtine û bergiriyê li gundên xwe dikin.


