Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê terziyê cil û bergên Kurdî Sefkan Darayê ku yek ji alîgirên Amedsporê ye, şal û şepikeke bi rengên tîma Amedsporê çêkir.
Piştî ku Amedspor derket lîgeke jortir, li bajarên Bakurê Kurdistanê piştgiriya ji bo Amedsporê her ku diçe zêdetir dibe.
Sefkan Dara ji malpera Yuksekova Halkın Sesî re axivî û got:
“Amedspor ne tenê tîmeke futbolê ye, sembola nasname û rûmeta me ye.
Min jî xwest ez vê hezkirinê bi pîşeya xwe, bi cil û bergên ku beşek ji çanda me ne, nîşan bidim.”
Dara di vî karî de tevî ku eleqeya ciwanan a ji bo cil û bergên herêmî zêde kir, her wiha wisa lê kir ku Amedspor wekî “nirxeke çandî” were dîtin.
Gelek alîgirên Amedsporê ji bo ku bi Dara re wêneyan bigirin, ketin dorê.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse