Nêçîrvan Barzanî: Ji bo tevgereke leşkerî ya li axa me ti hincet nîne

13-09-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hewlêr Bexda Madeya 140î
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo tevgereke leşkerî ya Herêma Kurdistanê ti hincet nîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg qebûl kir.

Nêçîrvan Barzanî, piştî hevdîtina bi Alexander Schallenberg pirsên rojnamegeran bersivandin.

Ev demek e ku Bexda pişka Herêma Kurdistanê ya ji budceya Îraqê naşîne.

“Mûçe heqê gelê Herêma Kurdistanê ye”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vê mijarê da zanîn ku “Li ser meseleya mûçeyan nîqaş nabin, mûçe heqê gelê Herêma Kurdistanê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje pê kir ku Herêma Kurdistanê tevên berpirsiyariyên xwe anîne cih û pêwendiyan bi awayekî gelekî eşkere bi rê ve dibe.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew beşek ji Îraqê ne û “Divê Îraq li gorî rêkeftinan tevbigere.”

Li aliyê din, van demên dawiyê Îran gelek caran partiyên Rojhilatê Kurdistanê tehdîd dike û amaje pê dike ku dikare êrişî wan bike.

“Ti hincet nîne”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vê mijarê got:

“Em naxwazin ku kes ji Herêma Kurdistanê êrişî cîranên me bike. Ez bawer nakim ku ji bo tevgereke leşkerî ya li axa me ti hincet hebe.”

“Gelo sîstema Îraqê sîstemeke federal e yan merkezî ye?”

Serokê Herêma Kurdistanê, li ser pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê jî wiha axivî:

“Pirsgirêkên me û Bexdayê ne tenê li ser mûçeyan in. Pirsgirêka Madeya 140î heye ku ji bo me gelekî girîng e. Meseleya Rêkeftina Şingalê heye, ev jî ji bo me gelekî girîng e û divê were çareserkirin.

Pirsgirêka ji tevan girîng û ya ku divê bi rastî were çareserkirin jî ev e: Gelo sîstema Îraqê sîstemeke federal e yan merkezî ye?

Danûstandinên Îraqê bi Herêma Kurdistanê re ne li gorî sîstema federal in. Em dixwazin bi Bexdayê re bigihine têgihiştineke hevpar.”

“Divê gel piştgiriyê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ani zimên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di nav partiyên Kurdan de zimanekî hevpar lazim e û got:

“Pirsgirêka budceyê ne tenê bi aliyekî re eleqedar e, pêwendiya wê bi tevahiya Herêma Kurdistanê re heye.

Divê gelê Kurdistanê di vê mijarê de xwediyê heman helwestê be û piştgiriyê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

“Amerîka li ser meseleya yekkirina Pêşmergeyan bigazin e”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku li ser mijara yekkirina Pêşmergeyan gelek gazin hene û pê de çû:

“Mijara Pêşmergeyan mijareke girîng e. Ji PDK û YNKyê gelek gazin tên kirin. Amerîkayî gelekî bigazin in ku pêvajo gelekî hêdî ye.

Ev yek rast e jî. Pêvajo hêdî ye lê ev nayê wateya ku tiştek nehatiye kirin. Hinek tişt hatine kirin lê ev tişt ji bo yekkirina Pêşmergeyan ne gavên gelekî mezin in.

Em hêvîdar in ku ev pêvajo xurt bibe û hêzên Pêşmergeyan bibin yek.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha ragihand ku Amerîka di çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de dibe alîkar û rola wê erênî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst