SINE - Di qezayeke trafîkê de 12 kes birîndar bûn

13-10-2025
RÛDAW
Nîşan Sine Qeza Birîndarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî bajarê Seqizê yê parêzgeha Sîneyê di qezayeke trafîkê de 12 kes birîndar bûn.

Birêvebirê Heyva Sor a Sineyê  Peyam Celalî ragihand ku tîmên tenduristiyê hemû birîndar birine nexweşxaneyê.

Qezayê şeva borî li ser rêya Bane-Seqizê li nêzîkî gundê Blecerê rû da.

Peyam Celalî ragihand ku du otomobîlên taybet ên ku 12 kes  di wan de bûn li hev daye.

Li gorî gotina Peyam Celalî, di encama qezayê de hemû rêwiyên her du otomobîlan birîndar bûne.

Piştî ku birîndaran çareseriya destpêkê wergirtiye, ew sewqî nexweşxaneyeke li bajarê Seqizê hatin kirin.

Li gorî Bijîşkiya Dadî ya Îranê, ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 20 hezar û 45 kes di qezayên trafîkê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst