Nêçîrvan Barzanî Balyozê Brîtanyayê qebûl kir

13-10-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Irfan Siddiq Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Irfan Siddiq qebûl kir.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê Andrew Bizley jî di hevdîtinê de amade bû.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina têkiliyên Brîtanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir.

Her wiha rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hilbijartinên bê yên Parlamentoya Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Serdana Tirkiyeyê û pêvajoya aştiyê

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku têkiliyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran û herêmê re mijareke din a civînê bû.

Di vê çarçoveyê de, serdana dawî ya Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê û bipêşketinên dawî yên pêvajoya aştiyê li wî welatî hatin nirxandin.

Li aliyê din, Balyozê Brîtanyayê hewlên Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo vekirina asmanê Tirkiyeyê li hemberî geştên esmanî yên ji boSilêmaniyê bilind nirxand.

Rewşa Sûriye û Rojhilata Navîn

Li gorî daxuyaniyê, bipêşketinên rewşa Kurd û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê û rewşa giştî ya Rojhilata Navîn aliyekî din ê hevdîtinê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst