Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê bi rêya diyalog û lihevkirinê û lezkirina di pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hemfikir bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Irfan Siddiq civiyan.
Di civînê de Konsulê Brîtanyayê yê Hewelêrê Andrew Bizley jî amade bû.
Piştî civînê Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyel belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de, pêwendiyên Brîtanyayê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, guftûgoyên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de, rewşa navxweyî ya Kurdistanê û hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha derbarê pêşhatên herî dawî yên rewşa Rojhilata Navîn de, bîr û boçûn hatin alûgorkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş a Brîtanyayê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê di warên curbicur de kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Barzanî û Siddiq li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê bi rêya diyalog û lihevkirinê û lezkirina di pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hemfikir bûn.
Derbarê bipêşketinên Rojhilata Navîn de jî, her du aliyan tekez kir ku çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û girtina ber diyalogê û rêyên dîplomatîk, di berjewendiya hemû aliyan û tevahiya herêmê de ye û aramî û seqamgiriyê diparêze.
Li gorî daxuyaniyê, pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên li gel welatên cîran û navçeyê û çend pirsên girîng ên hevbeş, mijareke din a civînê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse