Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) û dostê kevn ê Îraq û Herêma Kurdistanê David Petraeus pêşwazî kir.
Di civînê de rewşa giştî ya Îraq, Herêma Kurdistanê û pêşhatên herêmê hatin gotûbêjkirin.
Hevpeymaniya Stratejîk a bi Amerîkayê re
Di civînê de her du alî li ser girîngiya pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re wekî du hevpeymanên xwedî berjewendiyên stratejîk ên hevbeş hemfikir bûn.
Her du aliyan tekez kir ku ew dikarin di gelek warên cuda de hevkariya xwe ya hevbeş bipêş bixin.
Rola Herêma Kurdistanê ya ji bo aramiya herêmê
Aliyekî din ê civînê tekezkirina li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriya herêmê bû.
Di vê çarçoveyê de, rol û girîngiya Îraq û Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin ku dikarin bi rêya hevkariya di warê enerjî û aboriyê de bibin alîkar ji bo avakirina pirên pêwendiyan û komkirina berjewendiyên hevbeş ên herêmê.
Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê, rewşa Sûriyeyê, metirsiyên terorê û gefên DAIŞê beşeke din a gotûbêjên civînê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse