Hewlêr (Rûdaw) - Jina ku li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyeyê bi tawana kuştina biqesd a zirkeça xwe dihat darizandin, hat bidarvekirin.
Jina bi navê Sidiqe Qurbanî lîro sibehê li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hat bidarvekirin.
Ew jin bi tawana lêdan û şkencekirina zirkeça xwe ya 4 salî ku bûbû sedema mirina wê, bi cezayê bidarvekirinê hatibû cezakirin.
Serokê Dadweriya Parêzgeha Urmiyeyê Nasir Etebatî ragihand, cezayê bidarvekirina wê jinê li Dadgeha Pêdaçûnê û Dîwana Bilind a Îranê jî hatibû erêkirin, loma sibeha şemiyê hat bicihanîn.
"Daxwaza cezakirina lezgîn"
Nasir Etebatî got, kuştina wê zaroka 4 salî dengvedaneke mezin di nav xelkê de çêkiribû û bûbû sedema hêrs û dilgiraniya xelkê û wan daxwaza cezakirina bilez a tawanbar dikir.
Ava Qaremanî 24ê Kanûna Pêşîn a 2023yan piştî nêzîkî du hefteyan mana li beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyeke Urmiyeyê ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest dabû.
Termê Ava Qaremaniyê 2 roj şûnda li goristana gundê Kewçirînê yê navçeya Kotolê ya Xoyê hatibû binaxkirin.
Li xwe mikur hatibû
Piştî mirina Ava Qaremaniyê, Polîsê Urmiyeyê zirdayika wê desteser kiribû.
Zirdayikê di lêpirsînan de li xwe mikur hatibû ku dema bavê wan ne li malê bûye li wê zaroka 4 salî daye û gelek êş û azar dane wê.
Kesûkarên Ava Qaremaniyê di dema birêveçûna dadgehê de ji medyayê re ragihandibû, Saziya Tiba Dadî ya Urmiyeyê piştrast kiriye ku bi armanca kuştinê li wê zarokê hatiye xistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse