Urmiye - Îranê 5 girtiyên din îdam kirin

18-05-2024
RÛDAW
Nîşan Urmiye Îran Girtiyên Kurd Îdamkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê îro sibehê li Girtîgeha parêzgeha Urmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê 5 girtî îdam kirin.

Li gorî zanyariyan, 4 ji wan girtiyên ku hatime îdamkirin Kurd in û kesek jê jî Tirk e.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê eşere kir ku yek ji girtiyên hatiye îdamkirin jî jin e.

Hengawê di raportekê de ragihand ku li Girtîgeha Urmiyê cezayê îdamkirinê ya ser 5 girtiyan hatiye bicîkirin.

Li gorî Hengawê 5 kesên ku cezayê bidarvekirin hatiye bicihkirin ev in:

Perwîn Mûsewî 50 salî ye Tirk e û xelka bajarê Meraxê ye, Mesnûr Nasirî 45 salî ye xelkê Bokanê ye, Yûsif Seidî Çêhre 32 salî ye, Ramîn Lewend 27 salî û Perwîz Qasim 35 salî ye hersê jî xelkê Urmiyeyê ne.

Li gorî zanyariyan Hengawê gelek tohmet li ser wan 5 girtiyan hebûye.

Ji ber tohmeta “bazirganiya madeyên hişber” cezayê îdamê li ser wan hatibû birîn û 2 roj beriya niha ji odeya takekesî hatibûn veguhastin.

Hengawê amaje bi wê yekê jî kir bavê Perwîz Qasimî, Salih Qasimî û birayekî Ramîn Lewendî jî bi tohmeta bazirganya madeyên hişbir hatibûn îdamkirin.

Li gorî Hengawê herwiha Perwîn Mûsewî jî di girtîgehê de bi nexweşiya pencşêrê ketibû û rewşa tenduristî wî xirab bûbû.

Îranê 3 rojan berê jî li Kerec û Îlamê 6 girtiyên Kurd îdam kiribûn.

Hejmara îdamkirina Kurdan zêde dibe

Amnesty Internationalê beriya bi mehekê di raporekê de eşkere kiribû ku Komara Îslamî ya Îranê dest bi desteserkirin û îdamkirina neteweyên Kurd, Belûc, Ereb û Azerî kiriye.

Li gorî Amnestyê sal bi sal hejmara girtî û îdamkirina Kurdên Yarsan û Kurdên Sunne jî zêde bûye.

Par 151 Kurd hatin îdamkirin

Îran yek ji wan welatan e ku rêjeya îdamê lê gelekî zêde ye.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di mehên borî de bi hinceta mijarên siyasî, qaçaxçîtiya madeyên hişbir û kuştina bi qestî 171 kes hatine îdamkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê jî di raporekê de eşkere kiribû ku sala 2023yan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 823 girtî hatine îdamkirin ku 151 ji wan girtiyan Kurd in.

Li gorî rêxistina AMNESTY Internationalê di lîsteya herî zêde ya îdamkirina girtiyan a welaten de Çîn di rêza yekem û Îranê jî di rêza duyem de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Li Êlihê hinek zeviyên genim şewitîn / Wêne: Ji dîmenan

Li Êlihê hinek zeviyên genim şewitîn

Li gundê Xiroyê yê navçeya Kercewsê îro ji ber sedemeke nayê zanîn agir bi zeviyên genim ket