RIHA - Elektirîkê ew girt bû zanayê matematîkê

14-01-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Abdusselam Çîçek piştî ku elektrîkê ew girt niha bûye pisporê matematîkê
Abdusselam Çîçek piştî ku elektrîkê ew girt niha bûye pisporê matematîkê
Nîşan Riha Abdulselam Çiçek Matematîk Elektirîk
A+ A-

Riha (Rûdaw) - Li bazara elafên Ruhayê Abdusselam Çîçekçî yê 19 salî ev 10 sal e hemaliyê dike, heta 3 sal berê jî ew xortek bêdeng û kesekî ji rêzê  bû; lê 3 sal berê dema wî xwest gradê veguhestina genim çak bike, eketrîk an go karebeyê ew girt û ew yek mehekî ji ser hişê xwe çû, dema ku bi ser hişê xwe de hat,  bû şarezayê matematîkê, niha pirsên matematîkê ku mamosteyên wî nikarin çêkin ew çêdike; herwisa hêmanên matematîkê li ser navê xwe pesend dike."

 

Abdusselam Çîçekçî dema bi ser hişê xwe de hat ew bibû kesek cuda, mejiyê wî her tim bi hejmaran tije bû, her kêliyê jiyana wî bibû hesab û kîtap ango matematîk bibû nesaxî jê re.


Guhertina kesayetiya wî rê li ber vekiribû ku ew bibe xwendekarekî jîr, dersa matematîkê ku di temenê xwe de ti carî wî jê heznekiribû piştî kareba ew girt êdî jê re bibû evîneke kûr, Abdusselam niha diçe kursa amadekariya zanîngehê ew ji bilî matematîkê eleqe bi tu dersek din nake.


Abdusselam Çîçekçî ji Rûdawê re wiha got: “Piştî elektrîk min girt niha ez her tim bi hejmaran dilîzim û teoriyên nû yên matematîkê dibînim, dawiya karê hemaliyê nîne min xwe daye xwendinê"


Abdusselam di 4 mehan de bi qasî mamosteyek niha hêmanên matematîkê  fêrî bûye; lê ev formulên rêzê ji re pir asan tên û têhna dilê wî naşkêne, hevalên wi yê ku bi salan li ser matematîkê dişuxulin, niha li ser serê Abdusselam kom dibin da ku pirsyarên giran pê bidine çêkirin.


Hevalê Abdusselam ê bi navê Ahmet Ogeday jî got: “Hîn pirsên matematîkê ku mamosteyê me nikarin çêkin; Abdulselam encama wan derdixe; piştî min ew nas kir meraqa min jî ji matematîkê re çêbû."


Abdusselam piştî ku eletrîkê ew girt niha bûye pisporê matematîkê, gelek hesabên ku makîneya hesabê dike ew di serê xwe de bi lezgînî dike; herwiha wî 4 formûlên matematîkê jî keşif kiriye û niha bi noterî li ser navê xwe pesend kiriye.


Çîçekçî herwiha got: “Min çend hêmanên matematîkê dît û min xwest li ser navê xwe li noterê tomar bikim. 300 lîreyên ku mehane bavê min dide min,  min da heqê noterê ku ez mafê copyrighta wan wergirim, ji ber ku pereyê min nemabû mehekî ez birçî û peyatî çûm dibistanê."


Pisporê pedagojî û derûniyê jî dibêjin ku ev kes ne ji kesekî ji rêzê ye, ji ber ku superaktîf in û di warê fêrîbûna tiştên nû de, de ji kesên normal 20 qat lezgîntir in

 

Derbarê vê mijarê de derûnnas Sebrî Firat jî got: “Wisa xuya ye ku travmaya bi serê Abdusselam de hatiye kimyaya mejiyê wî guheriye, ji ber ku tê de obsesyon peyda bûye û carna ew bi saetan li ser pirseke matematîkê disekine heta ku encama wê bi dest bixe."

 

Li cîhanê di salê de bi hezaran kes ji ber girtina karebayê jiyana xwe ji dest didin, li gor amarên îstatîstîkî li Tirkiye ev 96 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst