Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew hatiye agahdarkirin kuştinên li Îranê hatine rawestandin û got, "Li gorî agahiyên gihiştine min îdam sekinîne."
Serokê Amerîkayê Trump, li Koşka Spî di merasîma îmzekirina biryarnameyên serokatiyê de li ser bipêşketinên dawî yên li Îranê daxuyanî dan.
Trump got, "Ez hatim agahdarkirin ku kuştinên li Îranê hatine rawestandin. Niha planeke înfaz an jî îdamê tune.
Eger tiştekî wiha çêbibe em ê hemû xemgîn bibin. Lê li gorî agahiyên gihiştine min îdam sekinîne."
Serokê Amerîkayê her wiha got ku kuştina xwenîşanderên li Îranê dê ji aliyê rayedarên pêwendîdar ve were lêkolînkirin.
Trump, li ser xwenîşandanên ku li Îranê didomin doh li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek dabû û gotibû:
"Ez bangî hemû welatparêzên Îranî dikim: Xwenîşandanan bidomînin, eger mimkun be dest deynin ser saziyan û navê kujer û şkencekaran tomar bikin."
Xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê
Xwenîşandanên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Rojhilat û Îranê ji ber bêqîmetbûna pereyê xwecihî li hemberî dovîzê û pirsgirêkên aborî li Çarşiya Mezin a Tehranê ji aliyê esnafan ve hatibûn destpêkirin, li gelek bajarên welêt belav bûn.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), di rapora xwe ya ku 14ê Kanûna Paşîn weşand de ragihand ku hejmara kesên di xwenîşandanan de mirine, 147 ji wan karmendên ewlehiyê bi giştî derketiye 2 hezar û 550yî.
Heta niha rayedarên Îranê derbarê kuştî û birîndarên xwenîşandanan de daxuyaniyeke fermî nedaye.
Bi zêdebûna bûyerên tundiyê û midaxeleyên polîsan re 9ê Kanûna Paşîn li seranserê welêt înternet hatibû qutkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse