Hewlêr (Rûdaw) - Mehmûd Xelîl bavê Endama Asayîşê Amarayê ya ku li Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê di şer de canê şehîd ketibû, ragihand ku cenazeyê keça wî hîn radestî wan nehatiye kirin.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kiribû.
Di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku yek ji endamên wan ên ku 10ê Kanûna Paşîn li Taxa Şêx Meqsûdê şehîd ketiye Amara Xelîl a bi nasnavê “Gerîla Amara” ye ku li Kobaniyê ji dayîk bûye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku malbata Amarayê sala 2014an dema êrişên DAIŞê koçî Tirkiyeyê kiriye, paşê vegeriyane Rojavayê Kurdistanê û Amara 2025an tevlî Asayîşê bûye.
Mehmûd Xelîl beşdarî bultena Radyoya Rûdawê ya bi pêşkêşvaniya Nasir Elî bû û çîroka keça xwe Amarayê (Amara Kobanî) û rojên wê yên dawî yên li Helebê vegotin.
“Dibistana xwe hişt û çû”
Mehmûd Xelîl diyar kir ku keça wî xwendekareke serkeftî bû û got:
“Navê wê yê li malê jî Amara bû. Ji jê re digot Gerîla Amara. Diçû dibistanê, serkeftî bû.
Lê ji serî de biryara xwe da û got, ‘Bavo, ez dê herim cem hevalên xwe, ez dê ji bo gelê xwe şer bikim.’”
Bavê wê diyar kir ku keça wî 10 meh berê çûye û di wê maweyê de agahî jê nestandiye lê demeke kin beriya şehîdketina wê bi telefonê pê re axiviye.
Mehmûd Xelîl got ku Amarayê red kiriye ku di dema dorpêça Helebê de vekişe.
Xelîl wiha behsa axaftina xwe ya dawî kir:
“Dema 5-6 roj berê li min geriya min dizanibû ku rewş gelekî zehmet e.
Min jê re got baldar be. Min got eger bixwaze ez dikarim herim û wê derxînim.
Wê ji min re got, ‘Bavo, li vir cihê me gelekî teng bûye, em di bin dorpêçê de ne lê ez hevalên xwe nahêlim û naçim.
Ez ti carî wan bi tenê nahêlim, heta dawiyê li vir im.’ Gelekî wêrek bû, amade bû canê xwe bide.”
#VÎDEO - Bavê Amarayê: Keça min şehîda hemû Kurdistanê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 14, 2026
🛑 Amara li taxa Şêx Meqsûdê şehîd ketibû
🛑 Bavê Amarayê niha mêhvanê Rûdawê ye û behsa keça xwe dike:
💬 Digo ❝Baba şer î dijwar e❞ pic.twitter.com/x4wfbGsU9O
“Dîtina ewladê xwe di wê rewşê de ji bo bavekî gelekî biêş e”
Mehmûd Xelîl diyar kir ku wî dîmenên cenazeyê hevala Amarayê ya endama Asayîşê li ser hesabên medyaya civakî yên komên girêdayî “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SMO)” dîtiye ku ji avahiyekê davêjin xwarê û ew bi dîtina wan dîmenan hejiyaye.
Xelîl got, "Dîmen li ser medyaya civakî li her derê belav bûn. Cara ewil me got qey ew e.
Dîtina ewladê xwe di wê rewşê de ji bo bavekî êşeke nayê pênasekirin e. Lê çi dikin bila bikin, nikarin rûmeta Amarayê bişkînin.”
“Cenazeyê wê hîn di destê wan de ye”
Xelîl destnîşan kir ku cenazeyê keça wî hîn radestî wan nehatiye kirin û got:
“Dema şer diqewimî ji bo ku ez wê bibînim çûm Helebê lê ez negihiştimê.
Cenazeyê Amarayê hîn di destê wan de ye, hîn negihiştiye me.”
Xelîl herî dawî wiha axivî, “Serê me bilind e. Ez bangî Cenabê Mesûd Barzanî, Cenabê Nêçîrvan Barzanî û Cenabê Bafil Talebanî dikim: Bila doza şehîdan bêxwedî nemîne.
Em dixwazin li ser vê axê bi rûmeta xwe bijîn. Tenê daxwaza me ew e ku xwedî li doza zarokên me derkevin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse