BAŞÛR – Roja dildariyê bi çalakiyên cur bi cur tê pêşwazîkirin

14-02-2017
RÛDAW
Nîşan Roja Dildaran Çalakî Hewlêr Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Her sal di roja 14ê Sibatê de li seranserê cîhanê evîndar û hevjîn evîndariya xwe bi awayên cuda pîroz dikin.

 

Di vê rojê de gelek kes ji hezkiriyên xwe re gulên sor û diyariyan dikirin û roja wan pîroz dikin. Li Başûrê Kurdistanê jî bi tevî krîza darayî, Roja Dildaran bi şêweyên cuda û çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin.

 

Li Silêmaniyê çalakî hene

 

Li bajarê Silêmaniyê, ku paytexta çandî ya Başûrê Kurdistanê ye, herweke salên derbasbûyî, di zanîngeh û peymangehan de çalakiyên cur bi cûr tên lidarxistin. Li holên zanîngehan heta derengiya şevê aheng tên sazkirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Saman Beşaretî ragihand, ku grûbek keçên Rêveberiya Rewşenbîrî ya Zanîngeha Silêmaniyê ji bo nîşandana heskirina xwe ya li hember mamostayên xwe, di bin navê “Herdem em hez ji hev dikin” 150 gulên sor ên xwezayî pêşkeşî mamostayên xwe dikin.

 

 

 

 

Li Duhokê 18 aheng hene

 

Berovajiyê herdu salên derbasbûyî îsal li bajarê Duhokê jî Roja Dildaran bi germî tê pêşwazîkirin. Ji lewra di nav bajêr de sîmayê vê rojê diyar dibe.

 

Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî ragihand, ku li Duhokê bi beşdarbûna hunermendan li 15 cihên cuda dê aheng bên sazkirin.

 

Peyamnêrê me daxuyand, ku li kampên penaberan ên Duhokê jî 3 ahengên cuda hene. Herwiha di zanîngeha û peymangehan de jî çalakiyên cur bi cur dê bên lidarxistin.

 

 

 

 

Li Hewlêr û Kerkûkê gulên sor dest nakeve

 

Peyamnêrê Rûdawê Herdî Mihemed jî diyar kir, ku li Kerkûkê jî bi boneya vê rojê çalakiyên cuda hene.  

 

Gulfiroşejî ji Kerkûkê ji Rûdawê re got; “Ji ber vê rojê me pêwîst zanî dikanên xwe zû vebikin. Niha gul dest nakevin û çileya gulan e. Bazara gulfiroşiyê germ e. Di vê rojê de zêdetir gul û kulîlk tên firotin lê herî zêde gulên sor diçin.

 

 Li Hewlêrê jî weke bajarên din ên Başûrê Kurdistanê çalakiyên cuda yên Roja Dildaran hene. Lê xala balkêş ew e, ku li Hewlêrê jî ji şeva borî ve guvaş li ser gulfiroşan heye.

 

 

 

 

Pêşmergeyan peyama hezkirinê şandin

 

Bi boneya vê rojê pêşmergeyên li Eniya Mexmûrê jî peyama hezkirinê ji malbat û hezkiriyên xwwe re şandin.   

 

Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal li Eniya Mexmûrê serdana Hêza Piştevaniya Yek a Pêşmerge kir. Bi rêya Rûdawê pêşmergeyan peyama hezkirinê ji malbat û hezkiriyên xe re şandin.  

 

Pêşmergeyekî got; “Ez roja dildariyê li hemû gelê Kurdistanê re dişînim. Ji malbata xwe û hevjîna xwe re silav û hezkirinên xwe dişînim. Em li eniyên şer hez ji wan dikin ji bo hezkirina wan hatine vê derê.”

 

Pêşmergeyekî din jî got; “Çi kurd, çi êzidî, çi krîstiyan û çi tirkmen, em ji bo parastina hemû gelan hatine vê derê. Heskirina nîştîman em anîne vê derê.”

 

 

 

Dîroka Roja Dildariyê

 

Dîroka vê rojê vedigere 270 sal Piştî Zayînê. Rebenê Romayî Valentine yê ku xort û keç han didan hevjîniyê, lê împratorê Romayê Clodius ji vê gavê pir dilgiran bû, ji ber ku Clodius didît, hevjînî hêza xortan di şer de kêm dike, lewma ferman derxist û hevjîniya leşkeran qedexe kir.

 

Lê Valentine guh neda vê fermana Clodius û ji keç û xortan re mehra hevjîniyê pêk dianî, lewma Împratorê Romayê fermara girtina Valentine derxist û di roja 14ê Sibata 270ya zayînî  de ew kuşt. Ev yek ji çîrokên li ser vê cejnê ye.

 

Ji ber vê yekê Vatikan salane merasîmên taybet di vê rojê de encam dide û evîndar ji derdora cîhanê berê xwe didin Vatîkanê da ku beşdarî merasîman bibin.

 

 Di roja me de li seranserê cîhanê kesên ji ol û neteweyên cuda pêşwaziya vê rojê dikin û ahengên cuda lidardixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst