Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêra paytext û Zaxoyê ji bo pêşwazîkirina geştyaran amadehiyên berfireh tên kirin.
Birêvebiriyên Silêmanî û Helebceyê, ji ber karesata lehiyê ya li Çemçemalê ahengên fermî betal kirin.
Qaymeqamê Helebceyê Simko Salih daxuyaniyek da û bal kişand ser lehiya Çemçemalê û got:
"Ji ber bûyera ku rû daye, me biryar da li parêzgeha me ahengên fermî neyên kirin.
Em nikarin midaxeleyî sektora taybet bikin lê wekî hikûmet em dê ti çalakiyan li dar nexin."
Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir jî daxuyaniyeke mîna wê da û ragihand ku ji bo rêzgirtina li qurbaniyên lehiya Çemçemal û herêma Germiyanê ahenga fermî nayê kirin.
Parêzgar Heval Ebûbekir wiha axivî:
"Ji bo piştgiriya mexdûran û parvekirina êşa wan, li Silêmaniyê merasîmên fermî nayên kirin.
Lê tedbîrên îdarî, ewlehî û xizmetguzariyê dê bi temamî werin bicihanîn."
Bîlançoya lehiyê giran bû
Barana zêde ya ku 7ê Kanûna Pêşîn dest pê kiribû û sê rojan berdewam kiribû, li herêmên başûrê Herêma Kurdistanê bûbû sedema lehiyê.
Li gorî amarên dawî yên Navenda Koordînasyona Qeyranan, di karesatê de 5 kes mirine û 19 kes birîndar bûne.
Li gorî raporên tesbîtkirina ziyanan, 2 hezar û 225 mal, 202 wesayît, 215 kargeh û 534 projeyan zerer dîtiye.
Her wiha 394 hezar û 900 serî ajel, masî û mirîşk mirar bûne.
Bi taybetî li navçeya Çemçemalê zêdetirî 1000 xanî û 12 dibistanan xisar dît.
Hewlêr li benda rekorê ye
Li aliyê din li Hewlêra paytext amadehî didomin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di civîna çapemeniyê de got:
"Em li bendê ne ku dawiya vê salê hejmareke rekor a geştyaran were paytextê."
Xoşnaw diyar kir ku wan bi hêzên ewlehiyê û birêvebiriya geştyariyê re planeke hevaheng amade kiriye.
Wî tekez kir ku ji bo geştyarên ku ji naverast û başûrê Îraqê tên dê li xalên kontrolê hêsanî were kirin.
Xoşnaw her wiha anî ziman:
"Îşev li ber Keleha Hewlêrê festîvala bazara qada vekirî ya ku dê 10 rojan bidome bi awayekî fermî dest pê dike."
Li Zaxoyê festîvala 6 rojî
Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî ji bo Sersalê bernameyek amade kir.
Endamê Komîteya Pîrozbahiya Sersalê Şivan Ebdî beşdarî weşana Rûdawê bû û eşkere kir ku ji 26ê Kanûna Pêşîn û pê ve dê rêzekonserên ku 6 rojan bidomin werin lidarxistin.
Ebdî diyar kir ku çalakî dê li Pira Delal, Kornîşa Zaxoyê û Qişlaya dîrokî bên kirin.
Li gorî daxuyaniyê, hunermendên wekî Berdan Mardînî, Ebdulqehar Zaxoyî, Jînda, Rewşan û Seyran Osman dê derkevin ser dikê.
Li gorî amarên Birêvebiriya Geştyariyê ya Zaxoyê, par di navbera 21-31ê Kanûna Pêşîn de 120 hezar geştyar çûne navçeyê.
Rayedar li bendê ne ku îsal ev hejmar zêdetir bibe.
Li Dihokê amadehiya fermî nîne
Qaymeqamê Dihokê Birîndar Heyder jî ji Rûdawê re axivî û ev agahî parve kirin:
"Ji bo pîrozbahiyên Sersalê talîmateke fermî negihîştiye me û ti amadehî nehatine kirin.
Tenê ji aliyê sektora taybet ve, bi piştgiriya hikûmetê du cihên bazarê hatine vekirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse