Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mêvanxane û Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku dê ji destpêka hezîranê ve hejmareke zêde ya geştyaran ji naverast û başûrê Îraqê bên bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê.
Berdevkê Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Abdulmecîd ji Rûdawê re got:
"Berevajî berê tenê di cejnên Remezan û Qurbanê de geştyar dihatin, niha li Herêma Kurdistanê di her çar demsalan de geştyarên me hene û rewş gelekî baş e.
Niha hejmareke zêde ya geştyaran li Herêma Kurdistanê ne û em pêşbînî dikin ku ji bo Cejna Qurbanê jî geştyar zêdetir Herêma Kurdistanê ziyaret bikin."
Mêvanxaneyên Hewlêrê: Bazar baş e û ji ber nebûna bazarê ti cih nehatiye girtin
Alîkarê Serokê Komeleya Mêvanxaneyan a Şaxa Hewlêrê Şukrî Ezîz jî got,"Bi giştî hatina geştyaran baş e û mêvanxane û otêl karê xwe dikin, ti cihekî me nîne ku ji ber bêkariyê yan kêmbûna geştyaran hatibe girtin."
Li gorî amarên xwaringeh û mêvanxaneyan, li sînorê parêzgeha Hewlêrê 445 otêl û motel, 47 gundên geştyariyê û bi sedan kampên geştyariyê hene.
Şukrî Ezîz di berdewamiyê jî de got,"Niha ji ber ezmûnan geştyar zêde nehatine Herêma Kurdistanê lê em pêşbînî dikin ku ji destpêka meha bê ve û bi taybetî di betlaneya cejnê de geştyarên zêde serdana Herêma Kurdistanê bikin."
Mêvanxaneyên Silêmaniyê: Li nîvê otêlan geştyar hene
Serokê Komeleya Xwaringeh û Mêvanxaneyan a Silêmaniyê Mehmûd Tofîq jî got, "Niha demsala geştyariyê ye û bi kom geştyar tên.
Hêviya me jî ew e ku di meha bê de hatina geştyaran zêdetir bibe, bi taybetî ji bo betlaneya cejnê geştyar bên."
Li Silêmaniyê 380 otêlên geştyariyê, 50 otêlên milî, 8 otêlên 5 stêrk û bi sedan kabîne û kampên geştyariyê hene.
Mehmûd Tofîq di berdewamiyê jî de got, "Ez rojane serdana zêdetirî 10 navendên geştyariyê dikim, otêl dibêjin, ‘Eger 50 odeyên wan hebin, herî kêm 20 odeyên wan geştyar tê de hene’ ev jî nîşaneya başbûna rewşa geştyariyê ye, çimkî di mehên destpêkê yên îsal de di otêleke 50 odeyî de 5 geştyar jî nebûn."
Geştyariya Dihokê: Di cejnê de geştyar zêdetir tên
Berdevkê Birveberiya Geştyariyê ya Dihokê Şemal Hirorî jî li ser rewşa geştyarî ya li Dihokê got,"Rewşa geştyariyê baş e lê meha borî gelekî baştir bû, çimkî niha li Îraqê ezmûnên xwendekaran hene."
Li sînorê Dihokê 210 otêl, motel û gundên geştyariyê hene
Şemal Hirorî di berdewamiyê de jî got: "Em pêşbînî dikin ku ji destpêka meha bê ve ku betlaneya cejnê jî tê de, geştyarên zêde serdana sînorê me bikin, ji bo wê jî hemû hêsankarî û amadehiyên pêwîst tên kirin."
Geştyariya Helebceyê: Cihên manê yên geştyaran zêde bûne
Li Helebceyê jî geştyarî pêşve çûye û hejmara cihên mayîna geştyaran zêde bûne.
Birveberê Ragihandin û Pêwendiyên Geştyariya Helebceyê Hewraman Celal jî ji Rûdawê re got, "Niha li Helebce û Tewêleyê otêl hatine vekirin û mayîna geştyaran jî di asteke baş de ye."
Hewraman Celal got, "Ji xeynî otêlan, çend xaniyên geştyariyê kabîne û motel jî li sînorê me hatine vekirin û em amade ne ji bo pêşwazîkirina geştyaran ku em çaverê dikin di rojên cejnê de bi rêjeyeke berçav berê xwe bidin herêmên me yên geştyariyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse