QAMIŞLO – Welatî ji sîstema nû ya jeneratoran ne razî ne

14-02-2024
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Jenerator Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê, xwediyên jeneratorên elektirîkê pîverên elektironîk siwar kirine lê xelk dibêje ku piştî siwarkirina van pîveran, elektirîk lawaz bûye êdî alavên malê kar nakin.

Welatiyeke ji taxa Qenat Siwêsê ya Qamişloyê ji Rûdawê re got, alavên malê berî siwarkirina pîverên nû bi 3 amperan dixebitîn.

Bi gotina wê kesê, piştî siwarkirina pîverên nû, xwediyên jeneratorê 100 hezar lîreyên Sûrî ji wan wergirtine lê êdî amûrên malê bi 4 amperan jî naxebitin.

Welatiya ji taxa Qenat Siwêsê ji Rûdawê re axivî û got, xwediyê jeneratorê ji bo her amperekê 13 hezar lîreyên Sûrî werdigire.

Lê xelk dibêje ku xwediyên jeneratoran pabendî nirxê fermî nabin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst