Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke nû bi hêza 4.9 pile çêbû. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku îro Sêşemê 14ê Adara 2023an demjimêr 17.49 deqe erdhejek bi hêza 4.9 pile li navçeya Çaglayancerît a ser bi parêzgeha Mereşê ve çêbûye.
Li gor AFADê, kurahiya erdhejê 5.34 kîlometre bin erdê bûye û li parêzgehên derdorê jî hest pê hatiye kirin.
Ev di demekê de ye her îro demjimêr 9:47 deqe erdhejek bi hêza 4.7 pile li navçeya Goksunê ser bi parêzgeha Mereşê jî çêbibû.
Di heman demê de her îro du erdhejên din jî bi hêza 3.9 pile li dû navçeyên Semsûrê û Meletî yên Bakurê Kurdistanê çêbûn. Li gor AFADê ji erdheja 6ê Sibatê û heta niha 17 hezar paşlerze û erdhej çêbûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse