‘Li 5 parêzgehên Bakur bi hezaran dengên sexte hene’

14-03-2024
Nîşan Bakurê Kurdistanê Dengên Sexte CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyeyê re 18 roj man lê tê gotin ku sextekarî zêde dibin û li yek navnîşanê navê 2 hezar 99 kesan hatiye tomarkirin.

Beriya niha bi demekê DEM Partiyê mijara sextekariyê û veguhestina dengan xistibû rojevê.

Vê carê jî CHPyê ev mijar xist rojevê ku bi taybetî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê heye.

Li gorî agahiyên Rêxistina CHPyê ya Sêrtê, li navenda bajarê Sêrtê, Rêveberiya Hêzên Taybet a Şaxa Sêrtê jî di nav de, li 4 navnîşanan navê 6 hezar û 643 dengderan hatiye tomarkirin.

Serokê Rêxistina CHPyê ya Sêrtê Enver Guneş li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê derbarê wê mijarê de îtiraz kir lê îtiraza wî nehat qebûlkirin.

Ji Kanûna Paşîn ve lîsteyên dengderan li muxtariyên taxan hatine daliqandin.

CHPyê li ser lîsteyên dengderan yên biguman dest bi lêkolînê kir.

Li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 dengder hene

Li gor agahiyan, li navenda Sêrtê, Rêveberiya Hêzên Taybet a Şaxa Sêrtê jî di nav de li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 dengder hatine tomarkirin.

Ji wan navnîşanan, li kolana Yenîmahalle Cengîz Topelê li hejmara 40î, du hezar û 99 kes hatine tomarkirin.

Herwiha li Rêveberiya Hêzên Taybet a Şaxa Sêrtê ya li kolana Abdurahman Kavakê ya Taxa Doganê li hejmara 75an, hezar û 989 kes hatine tomarkirin.

Li Taxa Barişê ya li Sêriyana Hikûmetê li hejmara 12an, li mala yêkem hezar û 806 kes, li mala duyem 749 dengder hatine tomarkirin.

Li Sêrtê bi giştî 7 hezar û 508 dengderên biguman û sexte hene.

Serokê Rêxistina CHPyê ya Sêrtê Enver Guneş li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê îtirazî vê yekê kir lê îtîrazê wî hat redkirin.

“Hêzên ewlehiyê ne”

Wekî hincet jî hat gotin, “Ew ne dengderên xeyalî ne. Ew kesên navê wan hatine tomarkirin hêzên ewlehiyê ne.”

Li gorî amarên Tevgera Dengderan a CHPyê, li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dengdêrên biguman hene û hejmara wan jî bi vî awayî ye:

- Navenda Sêrtê: 7 hezar û 508 dengder

- Navenda Qersê: 3 hezar û 810 mêr û 29 jin

- Navenda Agiriyê: 4 hezar û 603 mêr, 109 jin

- Navenda Şirnexê: 7 hezar û 260 mêr û 126 jin

- Navenda Îdirê: 4 hezar û 114 mêr

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst