Mezlûm Ebdî li Kobaniyê ragihand: 300 dîl dê bên berdan

58 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Kobanî Mezlûm Ebdî Dîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihand ku dê berî cejnê 300 dîlên din dê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve bên berdan.

Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo 10 şervanên ku şehîd ketibûn merasîmek hat lidarxistin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî beşdarî merasîmê bûn.

Her wiha ji fermandarên HSDyê Sîpan Hemo, Mehmûd Berxwedan û Endama Desteya Birêvebirir a PYDyê Foza Yûsif jî di merasîmê de amade bûn.

10 şervan hatin oxirkirin

Merasîm li Goristana Şehîd Dîcleyê bi beşdariya bi dehan hezar kesî bi rê ve çû.

Di merasîmê de ev şervanên HSDyê hatin oxirkirin:

Lezgîn Kobanî (Ednan Xelîl), Gîvara Kobanî (Diyar Mehmûd), Mezlûm Kobanî (Mehmûd Salih Mislim) û Silêman Mihemed ku 18ê Kanûna Paşîn li Dêrezorê şehîd ketibûn.

Dilsoz Helinc (Mistefa Mihemed) û Rojhat Kobanî (Hogir Cuma) ku 17ê Kanûna Paşîn şehîd ketibûn.

Ehmed Têkoşîn (Murad Çetîn) ku 24ê Kanûna Paşîn li Sirînê şehîd ketibû.

Çiya Qamişlo (Nasir Mihemed) ku 1ê Adarê li Kobaniyê şehîd ketibû.

Mezlûm Emîn (Adil Emîn) û Baz Kobanî (Mihemed Mamo) ku 20ê Kanûna Paşîn li Dêrezorê şehîd ketibûn.

“300 dîl dê bên berdan”

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî jî di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku ew soz didin têkoşînê bigihînin lûtkeyê.

Mezlûm Ebdî got, “Wan têkoşîneke bêhempa kiriye. Em soz didin malbatên wan ku em dê hemû şehîdên xwe bînin û li goristanan bispêrin axa pîroz.”

Fermandarê HSDyê derbarê girtiyan jî agahiyên nû dan û got:

“Em niha ji bo girtiyan têdikoşin. Di rojên pêş de 300 kesên ku nav û belgeyên wan gihiştine ber destê me, dê werin berdan û em dê wan bişînin cem malbatên wan."

"Ji bo zimanê dayîkê û nasnameya Kurdî"

Mezlûm Ebdî amaje bi parastina destkeftiyan kir û axaftina xwe wiha domand:

"Em soz didin gelê xwe ku em dê heta dawiyê mîrateya şoreşê biparêzin.

Ji bo ku zarokên me bi zimanê xwe biaxivin, fêrî zimanê dayîkê bibin û bi nasnameya xwe ya Kurdî tevbigerin, em dê xebatên xwe bidomînin.

Ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de em dê têkoşîneke bêhempa bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst