Hewlêr (Rûdaw) - Li Amsterdama paytexta Holendayê bi bombeyan êrişî dibistaneke Cihûyan hat kirin.
Şaredara Amsterdamê Femke Halsemayê bûyer wekî "kiryareke êrişkariyê ya nemerdane" pênase kir.
Tê îdiakirin ku komeke radîkal berpirsyariya êrişê girtiye stûyê xwe.
Şeva borî li herêma Buitenveldertê ya Amsterdamê li dîwarê derve yê dibistaneke Cihûyan teqînek çêbû.
Li gorî nûçeya ajansa Holendayê ANPyê, tîmên polîs û agirvemirandinê di demeke kurt de xwe gihand cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku teqînê zerereke madî çêkiriye lê kes nemiriye û birîndar nebûye.
Şaredar Halsema: Nayê qebûlkirin
Şaredara Amsterdamê Femke Halsemayê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de êriş bi tundî şermezar kir.
Halsemayê got, "Ev li dijî civaka Cihûyan kiryareke êrişkar a tirsonek e.
Ez ji tirs û hêrsa ku Cihûyên Amsterdamê hîs dikin fêhm dikim.
Ew her ku diçe zêdetir rûbirûyî antîsemîtîzmê (dijminatiya Cihûyan) dibin û ev nayê qebûlkirin.
Divê dibistan cihek be ku zarok di nava ewlehiyê de dersên xwe bibînin."
Gumana koma radîkal: Logoya di vîdeoyê de bal kişand
Polîs gihişt dîmenên wê kêliyê ku êrişkar teqemeniyê bi cih dike û diteqîne.
Di vîdeoyeke ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin de xuya dibe ku piştî teqînê kesek bi motorsîkletê ji cihê bûyerê dûr dikeve.
Tê îdiakirin ku logoya di vîdeoyê de ya komeke radîkal a bi navê "Harakat Ashab al-Yamin al-Islamiyyah" (Tevgera Ashab el-Yemîn a Îslamî) ye.
Vê komê berê jî berpirsyariya êrişa li ser sînagogeke li bajarê Liègeyê yê Belçîkayê girtibû stûyê xwe.
Hat diyarkirin ku heman logo doh di bûyereke şewitandinê ya li Rotterdamê de jî hatiye dîtin.
Dîlan Yeşîlgoz: Dê têkoşîna me bidome
Alîkara Serokwezîr û Wezîra Parastinê ya Holendayê Dîlan Yeşîlgozê jî li ser êrişê daxuyaniyek da.
Yeşîlgozê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî (X) ev peyam belav kir:
"Teqîna li dibistanekê. Kêliyekê bisekinin û li ser vê bifikirin. Gelekî nemerdane ye. Ez li bendê me ku faîl bi lez werin girtin.
Heta ku her zarokekî Cihû di nava ewlehiyê de biçe dibistanê em dê têkoşîna xwe ya li dijî dijminatiya Cihûyan bidomînin."
Tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin
Ji ber bûyerên berê yên li Rotterdam û Liègeyê, jixwe li saziyên Cihûyan ên li Amsterdamê tedbîrên ewlehiyê hatibûn zêdekirin.
Piştî êrişê li derdora hemû dibistanên Cihûyan û navendên olî yên li bajêr çembera ewlehiyê hat şidandin.
Hat ragihandin ku doh derbarê teqîna li Rotterdamê de 4 ciwan hatine desteserkirin û lêpirsîna li ser wê yekê ku gelo pêwendiya wan bi êrişa Amsterdamê re heye an na berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse