Li Qamişlo alozî; Asayişa Rojava dest danî ser hin saziyên hikûmeta Sûriyê

14-04-2022
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Asayişa Rojava Rêveberiya Xweser Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî çend rojan ji zêdebûna aloziyên bi hikûmeta Sûriyê re, Hêzên Asayîşê yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê sibeha îro Pêncşembê hejmarek ji dezgehên hikûmetê li navenda bajarê Qamişlo kontrol kirin.

Ew pêşhat piştî wê yekê hat, ku Firqeya 4 a ser bi hêzên hikûmeta Sûriyê ve çend roj e herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye li bajarê Helebê dorpêç kirine û rê nadin madeyên xwarinê û sotemenî derbasî herdu taxên Kurdî yên bajarê Helebê bibin. Piraniya niştecihên herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Kurd in û kontrola wan di destê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.

Çavkaniyekî ji Dezgeha Genim a hikûmeta Sûriyê di çargoşeya ewlehiyê ya Qamişlo de ji Rûdawê re diyar kir, ku hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser îro danê sibê rê dane karmendên hejmarek ji saziyên hikûmetê derbasî nav saziyan bibin, lê derdora saet 10:00 sibehî vegeriyane û daxwaz kirine ku ji wan saziyan derkevin.

Çavkaniyekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser di hewldanên xwe yên îro de Fermangeha Elektrîkê, Kompleksa Perwerdeyê, Sendîkaya Yekîtiya Mamosteyan, Saziya Darayî, Yekîtiya Cotkaran û Navenda Yekîtiya Ciwanan kontrol kirine.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku tenê dadgeh û rêveberiya devera tenişt a li ser kolana El-Quwatli ji aliyê hêzên Asayişê ve nehatine kontrolkirin.

Piştî çend salan ev cara yekemîn e ku Asayişa Rêveberiya Xweser li nêzîk Çerxerêya Sebaa Behrat nuqteyên xwe danîne û ber bi navçeya Çargoşeya Ewlehiyê çûne pêş ku dikeve bakurê bajarê Qamişlo û baregehên hikûmetê û hêzên emnî yên Sûriyê lê hene.

Herwiha Asayîşê nanpêjxaneya (firina) El-Baas a li nêzî parka giştî dorpêç kiriye û rêyên ku diçin Balafirxaneya Qamişlo ku hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê lê ne, girtine.

Her du çargoşeyên ewlehiyê li bajarên Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser ve hatine dorpêçkirin û rêyên bo wan navçeyan hatine girtin û rê nadin nan û kelûpelên xwarinê derbasî wan cihan bibin.

Ew yek wek karvedanekê li hember dorpêçkirina herdu taxên Kurdî yên bajarê Helebê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ye, ku hêzên Firqeya 4 a Artêşa Sûriyê dema sê heftiyan e rê nade ard, madeyên xwarinê û sotemenî derbasî wan taxên Kurdî bibe ku zêdeyî 200 hezar kes lê dijîn.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di bin kontrola rêveberiyeke sivîl a girêdayî Rêveberiya Xweser de ne ku bi salan e li gorî yasayên hikûmetê tevnagerin.

Alozî û tedbîrên ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê û herêmên Şehba yên ku koçberên Efrînê li gundewarên bakurê Helebê lê dijîn, gelek caran bandora wan li Qamişlo û Hesekê diyar dibe.

Bi gelemperî, hêzên Rûsî ji bo navbeynkariyê ji bo nehîştina aloziyê destwerdanê dikin.

Medyaya Rûsyayê jî ragihandiye ku civîn roja Duşema borî li ser daxwazên rayedarên Şamê pêk hatin da ku aloziyên li Heleb û Cezîrê bên bidawîkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst