Dêrsim (Rûdaw) - Tevî nerazîbûna xelkê, li nêzîkî gundê Tûlîkê yê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê xebatên avakirina Navenda Jinavbirin û Ducarebikaranîna Gilêşên Hişk didomin.
Ev proje li ser qadeke 18 hektarî tê avakirin.
Li gorî gotina xelkê gund, dê di çarçoveya vê projeyê de 49 hezar dar werin birîn.
Welatiyê bi navê Suleyman Ozmen nerazîbûna xwe anî zimên û got:
"Dema me digot dê 49 hezar dar bên birîn, hinekan digot 'li wir daristan nîne'.
Ka binêrin, ma ev der ne daristan e? Hûn Salordekê diparêzin lê çima vê daristanê naparêzin?
Madem hûn ji Dêrsimê hez dikin we çima ev der neparast? Ev proje rant û bertîl e."
Piştgiriya darayî ya Yekîtiya Ewropayê
Ev proje sala 2011ê bi pêşengiya Şaredariya Dêrsimê û şaredariyên 7 navçeyên wê hatibû amadekirin.
Yekîtiya Ewropayê jî bi bihayê 16,5 milyon euroyî piştgiriya darayî ji bo projeyê veqetandiye.
Lê şêniyên gund diyar dikin ku ev qada hatiye diyarkirin ne guncav e û xetereyeke mezin li ser ajeldariyê çêdike ku çavkaniya sereke ya debara wan e.
Welatiyê bi navê Metîn Çelîk jî bal kişand ser bandora neyînî ya projeyê û wiha axivî:
"Ev der cihek e ku di navenda neh gundan de ye.
Berê li vir ajeldarî dihat kirin û mirov lê dijiyan lê ji ber van sedeman xelkê koç kir.
Niha jî li vir navendê çêdikin. Wan kesên ku mohra wan di çêkirina vê tesîsê de heye, li ber çavan negirt ku mirov li vir ajeldariyê dikin.
Me ev rewş ji wan re got lê kesî guh neda me. Dozên me didomin lê kes guh nade dadgehê jî.
Dema em hewl didin rê li ber bigirin leşkeran tînin pêşberî me.
Dema navend temam bibe, ji ber bêhna genî ti kes nikare li van gundan bimîne."
Têkoşîna hiqûqî berdewam dike
Gundiyan û saziyên jîngehê ji bo rawestandina projeyê serî li rêyên hiqûqî da û doz vekir lê Dadgeha Îdarî ya Erzinganê û Dadgeha Bilind doz red kir.
Gundî tekez dikin ku ew ne li dijî çêkirina navendê ne lê dixwazin navend ji nav daristan û zozanan ji bo cihekî din were veguhastin da ku xweza û çavkaniyên wan ên debarê bên parastin.



