Hewlêr (Rûdaw) - Dayîka Aştiyê Elîf Aslana ku li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê dijiya û beriya çend rojan ji ber çûyîna xwînê ya ser mêjiyê biribûn nexweşxaneyê lê tevî hemû midaxeleyan wê 89 saliya xwe de koça dawî kir.
Cenazeyê Elîf Aslanê piştî kar û barên fermî radestî malbata wê hat kirin.
Elîf Aslan li gundê Izêrê yê li Geliyê Xursê ya Qoserê hat veşartin.
Ji bo Elîf Aslanê li Qoserê li Mala Şînê ya Dundarlaran şîn hat danîn.
Sê zarokên Elîf Aslanê tevlî refên PKKyê bûbûn û di demên cuda de canê xwe ji dest dabû.
Keça wê Sultan Aslan sala 1989an li navçeya Stewrê ya Mêrdînê û kurê wê Mehmet Emîn Aslan jî sala 1988an li navçeya Dêrikê di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dabû.
Keça din a Elîf Aslanê, Emîne Aslan jî bi tohmeta "endamtiya PKKyê" li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Tîpa T ya Jimare 2yan a Rihayê girtî bû.
Wê 4ê Kanûna Pêşîn a 2019an nexweşiya koronayê girtibû û li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest dabû.



