Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku lêpirsîna derbarê Gulistan Dokuyê dê bidome.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek derbarê doza Gulistan Dokuyê de daxuyanî da.
Akin Gurlek ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê di çarçoveya lêpirsîna windabûna wê de gaveke girîng avêtiye.
12 kes hatin desteserkirin
Gulistan Doku 6 sal in li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê winda ye.
Îro di lêpirsîna windabûna wê de derbarê 13 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.
Di nav wan kesan de kurê parêzgarê wê demê yê Dêrsimê jî heye û heta niha 12 kes hatine desteserkirin.
"Dê lêpirsîn bi biryardarî bidome"
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
“Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê di çarçoveya lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê de gaveke girîng avêt.
Di encama hewldanên berfireh de hinek kes hatin desteserkirin.
Ev lêpirsîna ku di wîjdanê raya giştî de şopeke kûr hiştiye, ji hemû aliyan ve ji nû ve tê lêkolînkirin.
Ti guman an jî îdia nayên paşguhkirin. Heta ku derê biçe bila biçe, dê lêpirsîn bi biryardarî bidome.”
Akin Gurlek diyar kir ku ew êşa malbata Dokuyê parve dikin ku bi sebreke mezin vê pêvajoya dijwar û berfireh dişopîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse