Lêpirsîna Gulistan Dokuyê: 'Dibe ku hejmara desteserkiriyan zêde bibe'

3 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Alî Çîmen Dêrsim Gulistan Doku Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê ya ku ji 2020î ve winda ye de bipêşketinên nû çêbûn.

Parêzerê malbata Dokuyan Alî Çîmen, li Dadgeha Dêrsimê piştî ku bi Serdozgerê Komarê re civiya derbarê dosyeyê de daxuyanî da.

Çîmen got, “Niha di dosyeyê de biryara nihêniyê heye loma em nikarin zanyariyên berfireh bidin.

Lê belê em li bendê ne ku hejmara desteserkiriyan zêde bibe.

Li gorî zanyariya herî dawî ya ku me wergirtiye, hejmara desteserkiriyan 13+1 e.”

Parêzer Alî Çîmen li ser destpêka lêpirsînê wiha axivî:

“Lêpirsîna Gulistan Dokuyê, piştî ku 5ê Kanûna Paşîn a 2020an bi darê zorê hat windakirin, li ser serlêdana malbata wê ya 6ê Kanûna Paşîn a 2020î hat destpêkirin. Dosyeya me nêzîkî 7 sal in didome.”

“Teza xwekujiyê di qonaxa destpêkê de têk çû”

Çîmen bal kişand ser demên ewil ên lêpirsînê û got:

“Di qonaxa ewil a lêpirsînê de, em difikirin ku bi bandora karmendekî pilebilind hewl hatiye dayîn bûyer were veşartin.

Di destpêkê de hat îdiakirin ku Gulistan Doku piştî ku ji şevîmanê derketiye çûye Pira Dînarê û xwe kuştiye.”

Çîmen da zanîn ku ji bo xurtkirina vê îdiayê karekî din jî hatiye kirin û wiha pê de çû:

“Ji bo ku vê îdiayê xurt bikin 24ê Kanûna Paşîn a 2020an zabitnameyeke berê hat amadekirin.

Dîmenek wisa hat çêkirin ku qaşo tiştek ketiye nav avê û ji malbata wê re hat gotin, ‘di gola bendavê de ye, dê termê wê bê dîtin’.”

“Rapora Buroya Krîmînal îdiaya xwekujiyê pûç kir”

Çîmen diyar kir ku wan îtirazî xebatên lêgerînê yên li bendavê kiriye û wiha axivî:

“Nêzîkî 220 rojan li bendavê xebatên lêgerînê hatin kirin. Me îtirazî vê pêvajoyê kir.

Li ser îtiraza me dosye ji Buroya Krîmînal a Neteweyî re hat şandin.

Di rapora teqez a ku ji aliyê buroyê ve hatiye amadekirin de hat tesbîtkirin ku ti tişt neketiye nava avê.

Vê rewşê, hê di qonaxa destpêkê ya lêpirsînê de derxist holê ku teza xwekujiyê pûç e.”

“Dosye bi gumana kuştinê tê nirxandin”

Çîmen li ser pêvajoya lêpirsînê agahî dan û got, “Tevî vê yekê jî, ji ber ku karmendê navborî li ser karê xwe ma û ji ber têkiliyên wî, lêpirsîn demeke dirêj di çarçoveya ‘sînordarkirina azadiyê’ de hat meşandin.

Lê belê ev salek û nîv e dosye bi gumana ‘kuştina biqesd’ tê nirxandin û hemû daxwazên me hatine qebûlkirin.”

“Dibe ku hejmara desteserkiriyan zêde bibe”

Çîmen bal kişand ser bipêşketinên dawî û wiha anî zimên:

“Di vê qonaxê de biryarên desteserkirinê hatin dayîn ku em dikarin wekî pêla ewil a lêpirsînê bi nav bikin.

Em dinirxînin ku ev desteserkirin ji bo girtinê ne. Niha di dosyeyê de biryara nepeniyê heye loma em nikarin zanyariyên berfireh bidin.

Lê belê em li bendê ne ku hejmara desteserkiriyan zêde bibe.

Li gorî zanyariya herî dawî ya ku me wergirtiye, hejmara desteserkiriyan 13+1 e.”

“Divê karmendê pilebilind bê girtin”

Çîmen destnîşan kir ku divê girtin çêbibin û got, “Di vê pêvajoyê de em difikirin ku divê ew karmendê pilebilind ê ku navê wî derbas dibe jî demildest bê girtin.

Piştî ku kar û barên jêpirsînê biqedin em dê daxuyaniyên berfirehtir bidin.

Di qonaxa ku em gihîştinê de em dibînin ku Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê lêpirsîneke çalak û berfireh dimeşîne.”

Malbat çû dadgehê

Piştî desteserkirinan malbata Dokuyan çû Dadgeha Dêrsimê. Dayîk Bedriye Doku, bav Halît Doku û xwişk û birayên wê Aygul Doku û Ramazan Doku pêvajo şopand.

Malbatê diyar kir ku ew parêzgarê wê demê Tuncay Sonel û kurê wî Mustafa Turkay Sonel berpirsyar dibînin.

12 desteserkirin

Di lêpirsîna têkildarî xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuyê de ku 6 sal in li Dêrsimê winda ye, li 7 bajaran derbarê 13 gumanbaran de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Hat eşkerekirin ku di lêpirsîna ku Serdozgeriya Dêrsimê dimeşîne de heta niha 12 kes hatine desteserkirin.

Kurê Parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Mustafa Turkay Sonel û gumanbarê sereke yê lêpirsînê Zeinal Abakarov jî di nav kesên desteserkirî de cih girtin.

Kesên ku derbarê wan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn ev in:

“Zeinal Abakarov, Engin Yucer (Bavê zir ê Zeinal ê ku berê polîs bû), Cemîle Yucer (Dayîka Zeinal), Ugurcan Açikgoz (Hevalê Mustafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Kesê ku wê demê li Îdareya Taybet a Parêzgeha Dêrsimê dixebitî), Mustafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (Polîsê berê yê ku ji kar hatiye avêtin û di dema lêpirsînê de pêwendiya wî bi parêzgar û parêzvanê wî re hebû), Savaş Gulturk (Peywirdarê berpirsê kamerayan ê Zanîngeha Munzurê), Suleyman Onal (Peywirdarê berpirsê kamerayan ê Zanîngeha Munzurê), Celal Altaş, Nurşen Arikan, Şukru Eroglu (Parêzvanê Parêzgar Tuncay Sonel).”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst