Emîr Îzet: YNKyê nermî nîşan daye ku Parêzgariya Kerkûkê bidin Tirkmenan

4 demjimêr berê
RÛDAW
Parêzgariya Kerkûkê / Wêne: Rûdaw
Parêzgariya Kerkûkê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Parêzgariya Kerkûkê Emîr Îzet Tirkmen Rêbwar Taha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Mekteba Siyasî ya Eniya Tirkmenan Emîr Îzet ji Rûdawê re got ku dan û standinên wan ji bo wergirtina posta parêzgariya Kerkûkê didomin.

Emîr Îzet diyar kir ku ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û aliyên din ve nermiyek heye da ku ew post ji Eniya Tirkmenan re were dayîn.

Her çend ew berpirsê Eniya Tirkmenan tekezî li ser hewlên xwe yên ji bo wergirtina postê dike jî, nûçegihanê Rûdawê li Kerkûkê mijar ji Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha pirsî.

Rêbwar Taha ev îdia red kirin û got, "Min tenê li ser medyaya civakî bihîstiye û tiştekî fermî ji min re nehatiye gotin."

Endamê Mekteba Siyasî ya Eniya Tirkmenî ya Îraqê Emîr Îzet, bû mêhvanê bultena saet 12:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê û li ser mijarê pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.

Emîr Îzet ragihand, "Mijara dan û standinên me yên bi YNKyê re ne nû ye.

Piştî hilbijartinên meclisa parêzgehan jî ev dan û standin hebûn lê em negihîştin ti peymanê û wan bi birayên Ereb re li hev kir.

Ji wê demê ve hewlên me didomin da ku ew post ji Tirkmenan re were dayîn.”

“Daxwaza me eşkere ye”

Emîr Îzet diyar kir ku daxwaza wan eşkere ye û ew jî ew e ku wekî pêkhateyên din derfetek ji Eniya Tirkmenan re jî were dayîn.

Îzet got, "Em dixwazin wekî Kurd û Ereban derfetek ji me re jî bê dayîn da ku em Kerkûkê bi rê ve bibin."

Emîr Îzet her wiha anî zimên ku dan û standinên wan bi hemû aliyan re hene û pê de çû:

“Hevalên YNKyê û Ereb jî baş dibînin ku pêşî pirsgirêka serokkomariyê were çareserkirin, paşê girêkora posta parêzgariya Kerkûkê were vekirin.

Îtîraza YNKyê li ser dayîna posta parêzgariya Kerkûkê nîne lê têbîniyên wan li ser mekanîzmayê hene.

Dan û standinên her sê aliyan didomin. YNK û aliyên din jî nermiyekê nîşan didin ku posta parêzgarê Kerkûkê bidin Tirkmenan.”

YNK çi dixwaze?

Emîr Îzet derbarê daxwazên YNKyê yên li hemberî devjêberdana posta parêzgariya Kerkûkê de jî agahî dan.

Îzet ragihand, “YNKyê qaymeqamtiyên Dubiz, Daqûq û Kerkûkê û her wiha posta Birêvebirê Polîsên Kerkûkê xwestine. Ew dan û standin nêzîkî 6 mehan e didomin.”

Bandora welatên derve

Emîr Îzet qala bandora welatên din jî kir.

Îzet diyar kir, "Bandora hemû welatên cîran heye. Bandora Tirkiyeyê, Îranê, Erebistana Siûdî û Amerîkayê jî heye.

Ew rûdanên ku li Îraqê diqewimin ji bandora derveyî ne dûr in."

Emîr Îzet di dawiya axaftina xwe de got, "Em geşbîn in ku dê girêkora posta parêzgariya Kerkûkê were vekirin û ew post ji Tirkmenan re bê dayîn.

Berjewendiya hemû aliyan di wê de ye ku vê carê posta parêzgariya Kerkûkê bidin Eniya Tirkmenan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst