Dijeterora Kurdistanê: Balafirên Koalîsyonê 2 dron xistin xwarê

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Xelîfan Hewlêr Êrişa Bi Dronan Koalîsyon Dijeterora Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ragihand ku 2 dron ji aliyê balafirên Koalîsyonê ve hatine xistin.

Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Helgurd Şêx Necîb got, "Beriya demekê 2 dron di asmanê îdareya me re derbas bûn."

Li gorî gotina Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê, ew dron li sînorê navçeya Xelîfanê hatine xistin.

Helgurd Şêx Necîb da zanîn ku bi xistina dronan ti xisarên canî çênebûne.

Daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê

Dijeterora Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de belav kir, îro saet 17:04an du dronên bombebarkirî ku ji xaka Îranê ve ber bi parêzgeha Hewlêrê ve hatibûn avêtin, ji aliyê balafirên şer ên Koalîsyonê ve hatin têkbirin û xistin xwarê.

Dijeterora Kurdistanê diyar kir ku di encama xistina dronan de ti xisarên canî û madî çênebûne.

Êrişên li Silêmanî û Koyeyê

Xistina van dronan di demekê de ye ku vê êvarê bi dronan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yê li Hewlêrê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re ragihand ku di encama wê êrişê de 2 kes birîndar bûne.

Her wiha çavkaniyekê ji Kampa Azadiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ya li navçeya Koyeyê ji Rûdawê re ragihand ku vê êvarê bi dronan êrişî kampa wan jî hatiye kirin.

Ev êriş di demekê de tên kirin ku ji 8ê vê mehê ve di navbera Amerîka û Îranê de ji bo dema 2 hefteyan agirbest hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst