Hewlêr (Rûdaw) - Di doza Gulistan Dokuyê ya ku piştî 6 salan ji nû ve hat vekirin de, şahidê nihênî ji JASATê (Tîma Lêkolîna Sûcan a Cendirmeyan) re got ku Doku hatiye kuştin.
Di lêkolîna bi amûra binerdî de valahiyeke mîna gorê hat tesbîtkirin.
Ev yek jî gumana wê yekê çêdike ku dibe term demekê hatibe veşartin û piştre hatibe derxistin.
Şahidê nihênî diyar kir ku ji tirsa dîtina termê Gulistan Dokuyê, cihê termê çend caran hatiye guhertin.
Li ser vê yekê, li cihê navborî bi amûrên dîtina binerdî lêkolîn hat kirin.
Rojnameya Yeni Şafakê xwe gihand daneyên "Rapora Encama Lêgerînê ya Amûra Dîtina Binerdî."
Di rapora ku ji aliyê operator ve hatiye amadekirin de ev îfade cih girtin:
"Bi hişyariya amûrê KGYSyê (Sîstema Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr) min dît ku valahiyeke gumanbar heye.
Pîvanên vê valahiyê bi navînî 1,60-1,70 metre dirêjî, 70-80 santîmetre firehî û 80 santîmetre kûrahî ye. Ev der di şiklê gorê de ye.
Ez dinirxînim ku kesek di vê valahiyê de hatiye veşartin û piştî demekê hatiye derxistin. Dibe ku ev dem di navbera 1-2 salan de be.
Dibe ku bi term re cismekî mîna çenteyê piştê û çekek jî hatibin veşartin. Loma ez difikirim ku oksîdbûna di valahiyê de ji ber vê yekê çêbûye."
Parêzerê malbata Dokuyê Alî Çîmen jî di daxuyaniya xwe de anî zimên ku hîn hemû karmendên giştî nehatine desteserkirin.
Alî Çîmen diyar kir ku di nav gumanbaran de birêvebirên payebilind jî hene û dê desteserkirin bidomin.
Piştî 6 salan gavên nû hatin avêtin
Di doza Gulistan Dokuyê de 13ê Nîsanê gava herî berbiçav a ku bi salan e dihat payîn hat avêtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li 7 parêzgehan derbarê 13 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Di qonaxa yekem de hat ragihandin ku 11 kes hatine desteserkirin lê nava rojê de ev hejmar derket 12an.
Di nav kesên desteserkirî de Mustafa Turkay Sonelê kurê Parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel û kesê ku Gulistan Dokuyê herî dawî pê re hevdîtin kiriye Zeinal Abakarov hene.
Her wiha dayîka Zeinal Cemile Yucer, zirbavê wî Engin Yucer û parêzvanê parêzgarê wê demê Şukru Eroglu jî hatin desteserkirin.
Dozgerî li ser gumana "kuştin û veşartinê" disekine
Lêpirsîn êdî ne tenê wekî dosyaya windabûnê tê birêvebirin.
Dozgerî bi gumana "kuştin û veşartinê" li dosyayê dinêre.
Reşkirina delîlan, jêbirina şopên dîjîtal, bikaranîna desthilata giştî û îhtîmala veşartineke organîze jî di nav sernavên sereke yên lêpirsînê de ne.
Di nav pêşhatên ku arasteya dosyayê guhertine de 700 demjimêr qeydên nû yên kamerayê, qeydên HTSyê (Lêkolîna daneyên berê yên telefonê), raporên nû yên teknîkî û vegotinên şahidê nihênî cih digirin.
Têbîniyeke bênav ji parêzer re hat hiştin
Li gorî nûçeyên NTV û Haberturkê, têbîniyeke bênav a ku ji parêzerê malbatê re hatiye hiştin jî bû yek ji sernavên balkêş ên lêpirsînê.
Hat ragihandin ku di wê têbîniyê de navê Mustafa Turkay Sonel derbas dibe.
Di lêkolînên piştre de tevgera wesayîta Sonel a di şev û roja bûyerê de asayî nehatiye dîtin.
Di dosyayê de gumanên derbarê Zeinal Abakarov de jî ji nû ve derketin pêş.
Di lêkolînên berê de hatibû tesbîtkirin ku Gulistan Dokuyê bi xeta telefona ya li ser navê bavê xwe herî dawî bi Abakarov re axiviye.
Di nirxandinên teknîkî yên piştre de ket dosyayê ku Abakarov hinek peyamên di telefona xwe de jê birine.
Her wiha hinek peyamên ku wî piştî windabûna Gulistan Dokuyê şandine bal kişandiye û hinek kesên derdora wî îfadeyên nakok dane.
Çi bûbû?
Xwendekara pola 2yemîn a Beşa Bipêşxistina Zarokan a Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku, ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020î ve winda ye û agahî jê nayê wergirtin.
Li gorî dosyaya lêpirsînê, Dokuyê wê rojê ji rawestgeha li hemberî parêzgariyê li mînîbusê siwar bûye lê nehat tesbîtkirin bê li kû derê ji mînîbusê peya bûye.
Heman rojê bi hevalê xwe yê berê Zeinal Abakarov re hevdîtin kiriye û sînyala dawî ya telefona wê li xeta Viyaduka Sari Saltukê hatiye wergirtin.
Di salên destpêkê de di dosyayê de îhtîmala "xwekuştinê" derketibû pêş.
Li Bendava Uzunçayirê bi mehan lêgerîn hat kirin. Tevî vê yekê jî ti şopeke Gulistan Dokuyê nehat dîtin.
Hat diyarkirin ku hinek qeydên kamerayên ku viyadukê dibînin yan qet nehatine wergirtin yan jî ne zelal in û kamerayeke zanîngehê jî xerabûyî bû.
Di dîmenan de hat dîtin ku Gulistan Doku şeva beriya windabûna xwe ketiye mala Abakarov.
Roja din goşeya kamerayê hatiye guhertin û deriyê malê xuya nake, ev yek jî ketiye nav girtînameyan.
Dosya bi dozgerê nû re ji nû ve hat kûrkirin.
31ê Çiriya Pêşîn a 2025an, 700 demjimêr dîmenên kamerayên ewlehiyê (KGYS) û kargehan ên roja windabûna Gulistan Dokuyê û beriya wê li lêpirsînê hatin zêdekirin.
Nasnameyên 12 kesên desteserkirî
Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê ya ku 6 sal in li Dêrsimê winda ye de, li 7 parêzgehan derbarê 13 gumanbaran de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê bi rê ve dibe de hat eşkerekirin ku heta niha 12 kes hatine desteserkirin.
Kesên ku derbarê wan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn ev in:
Zeinal Abakarov, Engin Yucer (Zirbabavê Zeinal ê polîsê berê), Cemîle Yucer (dayîka Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mustafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (kesê ku wê demê li Îdareya Taybet a Parêzgeha Dêrsimê dixebitî), Mustafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê yê ji kar hatiye avêtin, kesê ku di pêvajoya lêpirsînê de têkiliya wî bi parêzgar û parêzvanê wî re hebû), Savaş Gulturk (karmendê berpirsiyarê kamerayan ê Zanîngeha Munzurê), Suleyman Onal (karmendê berpirsiyarê kamerayan ê Zanîngeha Munzurê), Celal Altaş, Nurşen Arikan, Şukru Eroglu (parêzvanê Parêzgar Tuncay Sonel).
"Em li benda pêla duyem in"
Parêzerê malbata Dokuyê Alî Çîmen destnîşan kir ku kesên tevlî bûyerê bûne û hatine desteserkirin bi tohmeta "kuştina mirovan" hatine girtin.
Alî Çîmen diyar kir ku dê pêla desteserkirinê bidome û got:
"Karmendên giştî yên payebilind hîn nehatine desteserkirin, îhtîmal e ew jî werin desteserkirin.
Ji vir û pê ve divê karmendên giştî yên payebilind û rêxistina sûc a ku li derdora wî ava bûye derkevin holê.
Têkoşîna me dê piştî vê qonaxê ev be. Dozgeriyê bi qismî tiştê pêwîst kir. Ji vî aliyî ve em piştgiriyê didin vê rewşa dawî.
Em dixwazin beriya ku kujer birevin demildest pêla 2yemîn were destpêkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse