Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di êrişa bi çekê ya li lîseyekê de 16 kes birîndar bûn.
7 ji wan birîndaran çûn malên xwe lê tedawiya 9 kesan didome ku rewşa 3 ji wan giran e.
Derbarê rûdanê de gumanbarek hat desteserkirin.
Parêzgariya Rihayê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, êriş îro derdora saet 09:30î li Lîseya ya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu çêbûye.
Hat diyarkirin ku xwendekarê berê yê dibistanê yê bi navê O.K. êrişa bi çekê pêk aniye.
Gumanbarek hat desteserkirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tedawiya 7 ji 16 kesên ku di êrişê de birîndar bûne temam bûye û ew çûne malên xwe.
Hat ragihandin ku 9 kes li nexweşxaneyên Rihayê tên tedawîkirin û rewşa 3 kesan jî giran e.
Di çarçoveya lêpirsîna dadî de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê ve ji bo ronîkirina rûdanê hatiye destpêkirin gumanbarek hat desteserkirin.
Hat diyarkirin ku lêpirsîn bi awayekî berfireh didome.
Mufetiş hatin erkdarkirin
Ji bo lêkolînkirina aliyê îdarî yê bûyerê, li ser daxwaza Parêzgariyê, ji aliyê Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Karên Navxwe ve mufetiş hatin erkdarkirin.
4 birêvebir ji kar hatin dûrxistin
Ji bo ku pêvajoya lêpirsînê bi awayekî tendurist bi rê ve biçe, 2 birêvebirên Ewlehiya Navçeyê û 2 birêvebirên Perwerdeyê ya Navçeyê ji kar hatin dûrxistin.
Hat diyarkirin ku pêvajo ji aliyê wezaretên pêwendîdar û Parêzgariyê ve ji nêzîk ve tê şopandin.
Navber dan perwerdeyê
Li wê dibistana ku êriş lê pêk hat, ji 14ê Nîsanê û pê ve ji bo 4 rojan navber dan perwerdeyê.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran ji nêzîk ve tê şopandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse